Li Colemêrgê Mihrîcana Berfê ya 4emîn bi çalakiyên rengîn dewam dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i331881-li_colemêrgê_mihrîcana_berfê_ya_4emîn_bi_çalakiyên_rengîn_dewam_dike
Li Colemêrgê ji bo xurtkirina turîzma zivistan û siruştê "Mihrîcana Berfê ya 4em" hat lidarxistin û kesên ku beşdarî mihrîcanê bûn, di çalakiyên cuda da kêf kirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Sibat 08, 2022 07:37 Asia/Tehran
  •   Li Colemêrgê Mihrîcana Berfê ya 4emîn bi çalakiyên rengîn dewam dike

Li Colemêrgê ji bo xurtkirina turîzma zivistan û siruştê "Mihrîcana Berfê ya 4em" hat lidarxistin û kesên ku beşdarî mihrîcanê bûn, di çalakiyên cuda da kêf kirin.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Mihrîcan bi piştgiriya Walîtî, Şaredarî, Midûriya Bajêr a Ciwanî û Sporê û saziyên têkildar li Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botan hat lidarxistin û ji bajêr û derveyî bajêr bi hezaran welatî beşdar bûn.

Di mihrîcanê da standên curbecur hatin lidarxistin, li ser berfê raftîng hat kirin, bi pereşûta palê firîn hatin kirin û ser berfê voleybol hat lîstin.

Di çalakiyan da werzişvanan li ser berfê gulaş girt û zarok jî şa bûn û ji xwe ra leyîstin.