Falih Feyaz: Pêvajoya bijartina Kazimî wek serokwezîrê Iraqê nedurust bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i325623-falih_feyaz_pêvajoya_bijartina_kazimî_wek_serokwezîrê_iraqê_nedurust_bû
Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê got: Pêvajoya ku li gorî wê Mustefa Kazimî wek serokwezîrê Iraqê hat bijartin, nedurust bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2021 12:43 Asia/Tehran
  • Falih Feyaz: Pêvajoya bijartina Kazimî wek serokwezîrê Iraqê nedurust bû

Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê got: Pêvajoya ku li gorî wê Mustefa Kazimî wek serokwezîrê Iraqê hat bijartin, nedurust bû.

Li gorî rapora kanala Ehdê, Falih Feyaz, Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê îro Pêncşemiyê got: Iraqê xwedana pergala parlimanî ye; Loma divê fraksiyona mezintir li parlimanê namzedê serokwezîrtiyê bide nasandin.

Feyazî got: Di dora pêşîn da Hevpeymaniya El-Qewî El-Iraqiye fraksiyona herî mezin a Parlimana Iraqê bû ku serokwezîr jî diviyabû ku ji vê hevpeymaniyê bihata bijartin; Lê ev yek nebû û di pêvajoyeka nedurust da, Kazimî wek serokwezîrê Iraqê hat bijartin.