Li Stenbolê - Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i322738-li_stenbolê_helbestvan_yilmaz_odabaşi_hat_girtin
Helbestvan Yilmaz Odabaşi ji ber parvekirinên medya civakî hat girtin. Odabaşi got: “Min dibin Girtîgeha Kandirayê.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2020 05:45 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê - Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin

Helbestvan Yilmaz Odabaşi ji ber parvekirinên medya civakî hat girtin. Odabaşi got: “Min dibin Girtîgeha Kandirayê.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Helbestvan Yilmaz Odabaşi li ser hesabê xwe Twîtterê ragihand ku ew hatiye girtin. Odabaşi di hesabê xwe yê Twîtterê de vê twîtê parve kir: “Di vê kêliya min karûbarên notere dikir, polîs hatin û min binçav kirin. Min radestî polîsan kirin.”

 Odabaşi piştî demekê vê du twîtên din belav kir û got: “Niha min dibin edliyê. Niha jî min dibin Girtîgeha Kandirayê.”

 Hat zanîn ku Odabaşi bi îdiaya li ser medya civakî parvekirinan kiriye hatiye girtin.