May 20, 2023 09:31 Asia/Tehran
  • Rapor | Tirkiyê rexne li siyasetên dijhev ên Amerîkayê girt

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê ji ber siyasetên dijhev ên Amerîkayê û bêdengiya wezareta karên derve ya vî welatî û bersivnedana bo pirsên nûçegihanan derbarê desteserkirina çalakên medyayî yên tirkiyeyî li Almanyayê, rexne li vî welatî girt.

Fahrettin Altun Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê duh got: Bêdengiya li hemberî "Operasyona Qirêj" a desteserkirina rojnamevanên tirkiyeyî li Almanyayê ku bi awayê qanûnî dixebitîn, bi qasî vê operasyonê nikare were qebûlkirin.

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê armanca desteserkirina rojnamevanên tirkiyeyî li Almanyayê serkutkirina medyayên Tirkiyê zanî û nerasterast welatên rojavayî y6ên piştevanê Kemal Kilîçdaroglû berbijarê opozîsyona Tirkiyê di hilbijartina serokkomartiyê ya vî welatî da wek berpirsa êrîşa ser nûçegihanên tirkiyeyî zanî.

Fahrettin Altunn bêyî ku navê Amerîkayê bîne ziman, got: Em baş dizanin, hin kesan plana vê operasyonê darêştin ku fikir dikirin wê di hilbijartina Tirkiyê da bi ser kevin. Wan soz dabû balyozxaneyên biyanî ku Tirkiye di pêşerojê da di bin fermana welatên rojavayî da be.

Suleyman Soylû Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Îniya 12ê Gulanê tevî tawanbarkirina Waşîngtonê bi hewldana ji bo destwerdana di hilbijartina 14ê Gulanê da gotibû ku Joe Biden Serokkomarê Amerîkayê bi xwe fermana destwerdanê daye.

Wedant Patil Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê roja Înîyê bersiva nûçegihanê TRT WORLD'ê derbarê desteserkirina du nûçegihanên Rojnameya Sebahê li Alêmanyayê neda û nexwest ku di vî warî da tiştekî bibêje û bi gotina vêya ku ew hûrgiliyan nizane, dev jin bersivdanê berda.

Polîsê Almanyayê sibeha roja Çarşemiyê bi êrîşa ser cihê mayîna Îsmaîl Erel û Cemîl Albay nûçegihanên Rojnamneya Sebahê ya Tirkiyê, ev du çalakên medyayî girtin.

Hêzên ewlehiyê yên Almanyayê telefon, laptop û alavên hilgirtina zanyariyan ên elektronîkî yên nûçegihanên tirkiyeyî zeft kriin.

Fatih Zîngel parêzerê Rojnameya Sebahê giliya koma terorîstî ya Fetoyê wek alîgira Fethullah Gulen dijberê nasyar ê Erdogan hegera vê desteserkirinê zanî.

Kemnal Kilîçdaroglû berbijarê Hevpeymaniya Millet'ê di rikeberiyên hilbijartinê da bi fermî ragihand ku eger li hemberî Erdogan bi ser keve, ew ê siyaseta nêzikbûna li Amerîkayê bigire ber xwe.

Vê helwêstê û gotinên hin rayedarên amerîkî, gumana destwerdana Waşîngtonê di hilbijartina Tirkiyê da xurt kir.

 

Serepeyv