Adar 19, 2023 17:02 Asia/Tehran
  •  Şirove | Çûyîna Şemxanî bo Iraqê; danûstandina berdewam digel welatên cînar

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê piştî serdanên xwe yên vê dawiyê bo Çîn û Imaratê, roja Yekşemiyê ji bo hevdîtina bi rayedarên Iraqê ra serdana vî welatî kir.

“Elî Şemxanî” Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê îro (Yekşemî) derbasî Bexdaya paytexta Iraqê bû û ji aliyê “Qasim El-E’recî” hevpîşeyê xwe yê iraqî va hat pêşwazîkirin. Ev serdan di rewşekê da pêk tê ku di serdana vê dawiyê ya “Elî Şemxanî” Nûnerê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bo Pikenê da, Îran û Erebistanê bi navcîtiya Çînê ji bo jinûvadestpêkirina peywendiyên dîplomatîk li hev kirin; piştî Çînê, Elî Şemxanî çû Imaratê û di hevdîtina bi rayedartên vî welatî da derbarê mijarên têkildarî peywendiyên du welatan bi wan ra şêwirî.

Niha serdana Şemxanî bo Iraqê him ji hêla peywendiyên dualî va û him ji hêla alûgorên navçeyî girîng e; Îran û Iraq du welatên bi cêgeha stratejîk di qada peywendiyên navneteweyî da ne û danûstandin û hevpeymaniya wan roleke bibandor di danûstandinên siyasî û ewlehiyê li navçeyê heye.

Iraq her wiha duyemîn şirîka bazirganiyê ji bo Îranê ye û ji ber vê yekê parastin û xurtkirina asta danûstandinên bazirganî ya zêdetir ji 10 miliyar dolarî digel Iraqê hewcedarê rakirina hin pirsgirêkên ewlehiyê yên dasepandî li ser peywendiyên du welatan, lezandina cihanîna lihevkirinnameyên aborî û hevkariyên bankî ye.

Li ser vê esasê ye ku di serdana Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bo Iraqê da biryar e ku lihevkirinnameyk di warê ewlehiya sînoran jî ji aliyê rayedarên du welatan va were wajokirin.

Xala din a girîng derbarê serdana Şemxanî ya Bexdayê, mijara dîplomasiya cînaretiyê ya Îranê û bandorên wê li ser pêvajoya niha û alûgorên pêşerojê li navçeyê ye; dîplomasiya navçeyî ya Îranê di rojên vê dawiyê da hin destkeft pêk anîne ku bi ragihandina nûçeya lihevkirina Tehran û Riyazê ji bo jinûva-destpêkirina peywendiyan xuya bû. Ev lihevkiriname ji aliyê welatên navçeyê va hat pêşwazîkirin û heta Imaratê jî ku ev demeke dirêj e hin nakokiyên wê digel Îranê hene, daxwaza rakirina şaşfehmiyan û berfirehkirina peywendiyan digel Komara Îslamî ya Îranê di hemî waran da kir.

 

Serepeyv