Adar 16, 2023 18:11 Asia/Tehran
  • Rapor | Rayedarên Rejîma Sîyonîst derbara ihtimala şerê navxweyî da hişyarî dan

Rayedarên Rejîma Sîyonîst careka din derbara ihtimala şerê navxweyî li Erdên Dagirbûyî da hişyarî dan.

Hevalbendîya hikimdar a rastgir a tundrê ya Israyîlê bi serokatîya Benyamîn Natanyahu ji dema ku hatîye ser desthilatê va, hin biryar dane û hin kar kirine ku li gorî bawera opozîsyonê û ‘Ishaq Hertzog’ Serokê Rejîma Sîyonîst dê bibin sebeb ku ev rejîma ber bi giranbûna qeyrana navxweyî û heta şerê navxweyî va here.

Di pêşnuma bi navê ‘‘Sererastkirina qanûna dadwerîyê’’ da ku niştecihên Erdên Dagirbûyî ewê ‘‘Darbeya qanûna bingehîn’’ bi nav dikin, desthilata Dezgeha Dadwerîyê tê kêmkirin û himberî wê da desthilat û cîgeha kabînê û parlimanê tê xurtkirin.

Ew pêşnumeya di civîna parlimana Rejîma Sîyonîst da ku hefteya buhurî hat lidarxistin, di xwendina yekê da bi 63 dengên erê himberî 47 dengên na hat pesendkirin.

Ew pêşnumeya ji bo ku di xwendinên duyem û sêyem da jî bikeve ber dengdanê û Lêjneyên Şareza yên têkildar jî dengê xwe bidinê û bi awayekî bêveger were pesendkirin, dê veguhere qanûnê.

Serokê Rejîma Sîyonîst Ishaq Hertzog şeva buhurî amajeyî qeyrana li Israyîlê kir û got ku kesê ku fikir dike Israyîl ji şerê navxweyî dûr e, şaş difikire.

Serokê Rejîma Sîyonîst herwiha got: Israyîl di rewşeke gellekî bitaluke da ye û ev qeyrana yê li gorî ihtimalê dûhatên aborî, sîyasî, civakî û emnî bi xwe ra bîne.

Eva çend hefte ye ku rojên Şemîyê niştecihên Erdên Dagirbûyî ji şarên bakur bigire heta başûr ji wan Tel Avîv, Heyfa, Qudsa dagirbûyî, Bêir Seb’i, Rîşon- Lêtsîyon û Hertzêlîyayê dijî kabîneya rastgir a tundrê ya Netanyahu dadikevin kolanan.

 

Serepeyv