Adar 13, 2023 15:51 Asia/Tehran
  • Qeyrana li Erdên Dagrbûyî didome; daxwaza ji siyonîstan bo nefermaniya medenî

Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst şeva buhurî ji siyonîstan xwest ku bona protestokirina plana Netanyahû ya guhertinên di sîstema dadweriya vê rejîmê de, dest bi nefermaniya medenî bikin.

Ehud Barak bal kişand ser vê yekê ku divê îsraîlî li hember kabîneya nû ya Netanyahû ku dil heye demokrasiyê ji nav bibe, bisekinin.

Wî her wiha ji serokên Îstixbarat, Artêş û Polîsê Îsraîlê xwest ku bila nehêlin plana guhertinên di beşa dadweriyê de cih were.

 Benyamîn Netanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ku ji çend salan berî niha va bi tawana gendelî, bertîl û xeyaneta li gel û heyîtiyên giştî ketiye ber Taqîbata dadweriyê, dixweze bi qaşo reformên li sîtema dadweriyê bi alîkariya Wezîrê Dadweriyê yê vê rejîmê meseleya mehkemekirina xwe îbtal bike.

 Di eynî demê de bi hezaran kes êvara Şemîyê bo cara çendan a li dû hev li Til Avîv û bajarên din ên erdên dagirbûyî dijî hikûmeta tundrê ya Benyamîn Netanyahû xwenîşandan li dar xistin.

 Ev xwenîşandan hevgavê gêreya giran di navbera Hevalbendiya Kabîneya Rastgir bi serokatiya Netanyahû û bereya Opozîsyonê bi serokatiya Yaîr Lapîd, Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst hat lidarxistin.

 Hevgav tevgerên Cîhada Îslamî û HAMAS’ê ragihandin xwîna şehîdên filistînî yê xisar nebe û îtifaze, yê rawestana li ber Rejîma Îsraîlê gurtir bike.

 Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê roja Yekşemiyê di daxûyaniyekê de ragihand ku Berxwedana Filistînê amade ye bersiveke xurt bide cinayetên siyonîstan. Em soz û qirarên xwe bi şehîdan re nû dikin û emê emegdarê nêrîna wan a cîhad û têkoşanê bimînin.

 Tevgera HAMAS’ê jî di daxûyaniyekê de destnîşan kir ku xwîna şehîdên Filistînê yê xisar nebe û cinayeta dijmin dijî gelê Filistînê û bêrêziya li nirxên pîroz yê rastî berxwedaneke zêdetir were.

 

Serepeyv