Adar 10, 2023 18:23 Asia/Tehran
  •  Têkçûna fermî ya INSTEX’ê, sembola xemsarî û bêsoziya Ewropayê di warê berpirsiyariyên xwe di Rêketinnameya Navokî de

Troîkaya Ewropî (Almanya, Fransa û Brîtanya) roja Pêncşemiyê di daxûyaniyekê de ragihandin ku Bernameya Danûstandina Aborî û Ticarî bi Îranê re (INSTEX’ê) ku di sala 2019’an de bona parastina ticareta bi Îranê re li himber boykotên Amerîkayê hatibû damezrandin, rawestandine.

 Tevî ku welatên ewropî îdia dikirin ku ev sîstima bona rawestana li ber boykotên Amerîkayê damezrandine, lê rayedarên pilebilind ên vî welatî bi caran li xwe mukir hatine ku ji ber ku şîrketên nehikûmî nikarin bi ticareta bi welatekî din re neçar bikin, vêca INSTEX wek pêngvekeke sembolîk tê hesabê.

 Tevî ku ewropiyan bi têkbirina INSTEX’ê hewil dane Îranê tawanbar bikin, lê rasitî eva ye ku tevî daxwaza cidî ya Tehranê bo çalakkirina NSTEX’ê bona danûstandinên ticarî bi welatên ewropî re bona kêmkirina şopên nerênî yên boykotên yekalî yên Amerîkayê, ewropiyan nekarîn INSTEX’ê bixin gerrê an ji ber tirsa ji cezayên Waşîgtonê di pratîkê de şîrket, sazî û bankên ewropî ti carî xwe tev li danûstandinên aborî û ticarî bi Îranê re nekirin.

Ji xwe ji van hegerên sereke yên nekêrhatûbûna INSTEX’ê eva bû ku bankên ewropî ji ber dilnigeraniya ji boykotên Amerîkayê hez nedikirin danûstandinên bankî hebin.

“Nasir Kenanî” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê hilweşandina INSTEX’ê got: Komara Îslamî ya Îranê ger çi ti carî pişka xwe bi vê berameyê re negirêdaye û dilê xwe pê xweş nekirbû lê bi nêta xêrê her xebata ku pêwîst bû ji bo xebata vê sîstemê kiriye.

Wî hikûmetên ewropî bi xemsariya di warê xebata kêrhatî ya INSTEX’ê tawanbar kirin û destnîşan kir ku wan pêngavên pêdivî bo çalakkirina wê li gor berpirsiyariyên Ewropayê ranekirine.

 

Serepeyv