Adar 10, 2023 18:11 Asia/Tehran
  • Gurrbûna qeyranê li erdên dagirbûyî; Hêrtzok derbarê têkçûna Rejîma Siyonîst de hişyarî da

Hevgavê gurrbûna nerazîbûnên dijî guhertinên di sîstema dadweriyê ya hikûmeta Îsraîlê de, serokê vê rejîmê derbarê têkçûna Îsraîlê de hişyarî da.

“Îshaq Hêrtzok” Serokê Rejîma Siyonîst di axiftina ku ji televîzyona vê rejîmê hat weşandin, got: Tişta ku diqewime, bi rastî karesatek e û welatê me li ber çavên min têk diçe.

 Wî got: Rewş ber bi cihekî bêveger va bi pêş de diçe, divê guhertinên di sîstima dadweriyê yên ku hikûmetê pêşniyar kiriye, bên wêdedayîn û an bi çarçoveyeke lihevkirî re bên guhertin.

 Hêrtzok ev gotin piştî wê hilêxistin ku bi hezaran xwenîşanderan rêya hatûçûyîna li bajarê Til Avîvê û balefirgeha Bin Goryonê girêdan.

 Medyayên siyonîst jî ragihandin ku “Itamar Ben-Gver”, Wezîrê Ewlehiya Navxweyî yê Rejîma Siyonîst, Fermandeyê polîsê Til Avîvê ji ber lawaziya di warê rawestana li ber xwenîşanderan wêde bir.

 Ji hêla din va Benyamîn Netanyahû, kesên dijber bi nearamkirina rewşê û û hilweşandina hikûmetê tawanbar kirin.

 Opozîsyona Til Avîvê ser vê bawerê ye ku armanca sereke ya guhertinên ku hevalbendiya serdest pêşniyar kirine, bêsûçzanîna Netanyahû ji tawana gendeliyê di van sê dosyeyan e ku dijî wî hatine vekirin.

 Ji aliyê din va, Koma Erîn El-Eswedê,(Hêlîna Şêran) wek berteka li himber operasyona şehadetxwzaiyê ya Til Avîvê, roja Înîyê di daxûyaniyekpê de teqez kir ku Rejîma Siyonîst yê bi zûtirkê berdêleke giran bide ji ber êş û azarên ku ser gelê Filistînê de sepandine, û yê ji cihekê va bikeve ber êrişê ku xwe jî bawer neke.

 

Serepeyv