Çile 25, 2023 13:52 Asia/Tehran
  •  Rapor | Êrişa ser “Mizgefta Eqsayê” û hişyarîya tund ji aliyê komên filistînî va

Bi dehan bajaroknişînên sîyonîst bi piştgirîya leşekrên Rejîma Sîyonîst êrişî ser Mizgefta Eqsayê kirin ku ev destdirêjîya pêrgî hişyarîdayîna tund ji aliyê komên filistînî va bû.

Bajaroknişînên sîyonîst duh êvarê piştî êrişa ser Mizgefta Eqsayê, ketin nav hewşên vê mizgeftê û durişmên dijî îslamê qîrîyan.

Kiryarên serdestîxwazîyê yên Rejîma Sîyonîst li Qudsê û Mizgefta Eqsayê di halekî da ne ku UNESCO’yê di sala 2016an da bi biryarnameyekê her cure têkilîya dîrokî, dînî û yan çandî ya cihûyan bi warên pîroz ên li Qudsê nemaze Mizgefta Eqsayê ra red kir û ragihand ku ew mizgevta warekî pîroz ê misilmanan e.

Xizir Hebîb yek ji serokên Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ew destdirêjîya bajaroknişînên sîyonîst şermezar kir û got: “Destdirêjîya bajaroknişînên sîyonîst ser Mizgefta Eqsayê, li gorî planê û hevgavê hatina desthilatdarbûna kabîneya nû ji bo sepandina sîyasetên nû ye, lê gelê Filistînê li meyadanê himberî dijmin amade ye û ‘‘Bereya Berxwedanê’ yê di dema guncav da bikeve dewrê.”

Berdevkê Tevgera HAMAS’ê Ebdulletîf Qanû jî pêgirî kir, êrişa bajaroknişînan ser Mizgefta Eqsayê, xirakirina gundê Eraqîbê li Çola Neqebê û xirakirina gundê Hemse Beqîye li Exwarê û gefxwarina sîyonîstan derheq guhertina demografîya gundê Xan Ehmerê li Qudsê û koçberkirina niştecihên wî, gişt pêkutîya rejîma dagirker ser ramalîna nijadî û derxistina filistînîyan ji warê bav û bapîrên wan nîşan didin û ev sîyaseta cinayetkarane ya kabîneya tundrê ya Rejîma Sîyonîst himberî gelê Filistînê, binpêkirina aşkira ya hemî qanûn û isûlên navneteweyî û mirovî ye ku hovîtî û sîyasetên dagirkerane yên sîyonîstan ray dide û bê guman heke ev sîyasetên nemirovane werin domandin, komên filistînî yê bersiveke tund bidin.” Destdirêjîyên bidûhev ên sîyonîstan ser Mizgefta Eqsayê d halekî da ne ku sazî û dezgehên navneteweyî û mafên merivan hela jî bêdengîya hibmerî van kiryarana didomînin.”

 

 

Serepeyv