Mijdar 24, 2022 13:28 Asia/Tehran
  • Rapor - HSD'yê bîlançoya êrişên artêşa Tirkiyê ya 23'yê Mijdarê belav kir

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bîlançoya êrişên artêşa Tirkiyê yên 23'yê Mijdarê ragihand. HSD'yê da zanîn ku êriş li ser 116 gund û bajaran çêbûne û 2 şervanên wan û endamekî Asayîşê hatine kuştin. Her wiha tevî 2 leşkerên Sûriyê bi dehan sivîl jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Hawarnewsê (ANHA), Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrişên Artêşa Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên 23'yê Mijdarê eşkere kir.

Di vê daxuyaniyê da hatiye, Artêşa Tirkiyê  sûcên şer li dijî gel û heremên me berdewam dike, bi van sûcan dixwaze jiyana gel xera bike û û derbê li vîna berxwedana wî bixe û ziyanê bigihîne têkoşîna wî ya ji bo jiyana hevbeş û aştîxwaz. Bi vê armancê dagirkerî hemû rêbazên derveyî exlaq û pîvanan li heremê diceribîne, lê pir zelal e ew rêbazên bêexlaq nikare vîna şervan û gelê me bişikîne, berovajî wê her ku diçe têkoşîna me mezintir dibe û garantiya serkeftinê bi xwe re tîne. Artêşa Tirkiyê bi êrişên ser binesaziya heremê sûcekî şer ê navdewletî pêk tîne, bi balafiran destekê dide DAIŞ'ê û dixwaze çeteyên wî ji zindan û kampan birevîne, bi êrişên ser kampa Holê û zindana Çirkînê ev zelal bû. Duh Artêşa Tirkiyê bêhtirî 116 gund û bajarok li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin armanc, balafirên şer û keşfê û çekên giran bi kar anîn, niyeta wê ya komkujiyan li ber çavan e. Dê ev sûcên dagirkeriyê bê bersiv nemînin û li ser esasê wê em ê hêza xwe mezin bikin û gelê xwe biparêzin.

Bîlançoya êrişên dagirkeriyê ya roja çarşemê 23 Mijdarê wiha ye:

HERÊMA EFRÎNÊ:

Gundên Meyasê, Birc Qasê, Soxanekê, Aqibê, Bênê, Merenazê, Malikiyê, Tinnib, Tat maraş, Kiştear, û Elqemiye bi 208 roketên obusê û 150 guleyên bombeavêjan hatin armancgirtin. Li Tepê Meyasê 2 leşkerên Sûriyê birîndar bûn. Til Rifat, Til Madiq, Hesacêk, Samuqa, Til Cîcan, Til Eyneb, Bêluniyê, Eyn Deqnê, Hirbilê, Şêx Îs, Minix 267 roketên obusê û 65 guleyên bombeavêjê hatin armancgirtin.

HERÊMA CIZÎRÊ:

Til Temir: Bi balafirên keşfê li Gundê El Hemra xistin. Di encamê de 2 şervan hatin kuştin, 3 şervan jî birîndar bûn. Til Leben, Gozeliyê bi 9 roketên obusê hatin armancgirtin.

Amûdê: Gundên Til Kêf, Şor, Hasidiye, Hemdûn, Tûkê, Xerezê, Bobî, Dada Ebdal û Til Werd  bi 33 roketên hewan û doçka hatin armancgirtin. Gundê Zêdiyê bi balafirên keşfê hat armancgirtin. Gundê Mehermela 2 caran bi balafirên keşfê hat armancgirtin. Zirgan û gundê Ibrahimiyê rastî êrişa balafirên keşfê hatin. Rêbendek Asayîşê li Zirganê, bi droneke întîharê hate armancgirtin. Endamekî Asayîşê hat kuştin, 3 endam jî birîndar bûn.

Qamişlo: Li hember seyareyek sivîl êrişa keşfê pêk hat. Li hember cihekî sivîl êrişa balafirên şer pêk hat. 3 sivîl birîndar bûn. Şîrketa ode ya gazê, bi 6 roketên obus hate armancgirtin, şewat derket û ziyana madî çêbû. Gundên Til Cîhan û Mele Ebas rastî êrişa balafirên şer hatin. Til Xatun, Hîmo, Embara, Zindana Çerkîn, Nafkirê, depoyê genim a Qenat Siwês, Til Faris, Taxa Hilko, Til Şeîr, rêya Elî Fero bi 21 roketên obus, roketeke hewanê hatin armancgirtin. Bîra neftê (di navbera gundên Dêrna Qilinga – Gir Hesenak) û bîra nêzî gundê Mehşûqê, gundên Enbara, Girê Siwar, Elî Fero bi obus û hewanan hatin armancgirtin. Li gundê Elî Fero seyareyeke sivîlan hat armancgirtin û ziyanên madî çêbûn. Gundê Mizgefta (stasyona kehrebeyê), gundê Ewda (cihê belavkirina mazotê) rastî êrişa balafirên keşfê hatin. Li Gundê Rotan ê Tirbesipiyê, li hember akademiya Hêzên Sotoro êrişa balafirên keşfê pêk hat.

Dêrik: Li hember cihê mazotê yê di navbera gundên Girhok û Alî Axayê yên navçeya Til Koçerê 4 caran êrişa balafirên şer pêk hat. 3 sivîl birîndar bûn. Gundê Koçerat rastî êrişa balafirên şer hat. Li hember cihê mazotê di gundê Siwêdiyê de, nêzî meheta Siwêdiyê, cihê mazotê li gundê Eltifla, gundê girkehfik êrişa balafirên şer pêk hat. Zirarên madî çêbûn. Gundên Derzîxan, Gunde Mesref, Gundê Girê Pirê (Tirbespiyê) li hember cihê mazotê, nêzî gundê Alî Qaso, gundê Mehşuqê (Çilaxa) û nêzî gundê Şirikê êrişa balafirên keşfê pêk hat. Gundên Xaneserê û Girêreş rastî êrişa obus û hewanan hatin.

Hol: Hêzên ewlehiyê yên Kampa holê 3 caran rastî êrişa balafirên keşfê hatin.

HERÊMA FIRATÊ

Kobanê: Gundên Zormexar, Gultib, Qeremox, Xan, Xirbîsan, Cîşan, bajarokê Şiyûx, Girê Ehmed Minîr, Goran, Xirbîsan, Cîşan, Eşma, Çarixlî, Zorava, Siftek, rastî êrişên tank, obus û hewanan hatin.

Girê Spî: Gundên Seyda, Dibis, Girêxan, Zenubiya rastî êrişa bi tank, obus û hewanan hatin.

Reqa: Gundên Fatisa, Reqa 11, Reqa 4, Xwaringeha Nexîl rastî êrişa bi obus û hewanan hatin.

Minbic: Gundên Elseyda, Dendeniya, Toxar, Ewn Dadat, El Kawiklî, El Hoşeriye, Qert, Êran û Cat rastî êrişa bi obus û hewanan hatin.

Sirîn: Gundê Qerareşk rastî êrişa balafirên keşfê hat.

Tirwaziye: Gundên Um El Beramîl, bajaroka Kenterî, Tirwaziyê rastî êrişên bi tank, obus û hewanan hatin.

Serepeyv