Hezîran 05, 2021 23:37 Asia/Tehran
  • Rapor - Yekem dîbeyta berendamên dora sêzdehem a Hilbijartina serokomartiya Îranê hat lidarxistin

Berendamên dora sêzdehem a hilbijartina serokomartiya Îranê di yekem dîbeyta televîziyonî da stratejî û bernamneyên xwe şirove kirin.

Seîd Celîlî bi şiroveya bernameyên xwe tevî pêgiirya li ser vê yekê ku baweriya bi jinavbirina bêparbûnê xaleke sereke bo wî ye, got: Divê bi plandarêştina deqîq jibo pêkanîn akar û pêşeyê, çalakikirina madenan û pêşîlêgirtin ji xavfiroşiyê, zêdekirina nirxa pereyê neteweyî û pêşxistina berhemanînê hewil were dayîn.

Seyid Ibrahîm Reîsî balkêşiya berhemanînê û balkiaşndina pêşketina berhemanînê û kar û pêşeyê ji bernameyên girîng da zanîn û got: Têkoşîna cidî dijî gendeliyê di warên cûrbicûr û kontrola înflasiyonê û pirsgirêkên jiyana xwe dê bixe yekemayeta xwe ya karî.

Seyid Emîrhusên Qazîzade Haşimî jî înflasiyon pirsgirêka aborî ya herî girîng a Îranê da zanîn û got: Hin qanûnên aborî û malî di warê bankî û bûrsê da divê bên çareserkirin.

 

Elîreza Zakanî jî bi gotina vêya ku divê di hemî warên aborî, rêveberî, çand û civat û siyaseta derveyî bilez reform pêk were, got: Yekemayeta dewleta min dê pêşxistina berhemanînê û rêveberiya nenavendî ye û têkoşîan dijî gendeliyê û pêşketina aborî û belavkirina guncan a heyîtiyê bişopînim.

Muhsin Rezayî tevî rexneya ji vêya ku têkiliya delwetê digel aborî û têkiliya aborî tev gel nehatiye eyarkirin, zêdekirina alîkariyên pere, pêkanîna pîşeyên navmalî, çêkirina malan û têkoşîna cidî dijî belengaziyê ji yekemayetiyên xwe yên karî da zanîn.

 

Muhsin Mêhrelîzade bi gotina vê yekê ku nebûna mînakeke durust a zanistî ya ceribandî ya pêşketinê nemaze pêşketina aborî ji pirsgirêkên niha yên welêt e, got: Jinavbirina berbendên berhemanînê, miafkirinên ji sermala li ser berhemanînê, geştyarî û jîngeh ji bernameyên herî girîng ên dewleta min e.

Ebdulnasir Himetî jî kontrolkirina  qasa pereyê di destê civakê da û pûçkirina bingeha pere ya şandî bo nav civakê wek mijara herî girîng destnîşan kir.

Dîbeytên duyem û sêyem ên berendamên dora sêzdehem a Hilbijartina serokomartiyê jî dê 8 û 12ê Hezîrana 2021ê bên lidarxistin.

 

Serepeyv