May 29, 2021 17:01 Asia/Tehran
  • 'Artêşa Tirk dikeve her derekî Herêma Kurdistanê jê dernakeve û derên wê dibirin û dibinTirkiyê' /RAPOR

Ji ber şer û operasyon û bombebaranên Tirkiyê bi sedan gundên Herêma Kurdistanê, hatin valakirin û bi dehan donim bax, baxçe û daristan şewitîn. Niştecihên heremê dibêjin bi leşkerên Tirkiyê re hinek çete bi kompanyeyan re lihev dikin darên li Herema Kurdistanê dibirin û derbasî wî aliyê sînor dikin.

Sirûşta navçeyên sînorê yên Herêmaê Kurdistanê ji ber operasyon û bombebaranên Tirkiyê roj li pey roj jinav diçe. Jibilî valakirina gundan ji ber bombebaran û şer, ji aliyê hêz û çekdarên Tirkiye, Artêşa vî welatî ku gelek dever li bakura Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî dagir kirine niha wan dizî û talankariyan li van deveran dikin ku berî wê li deverên kurdî yên Sûriyê û bakura vî welatî yên dagir kirî kiribû û hîn jî dike, bi gotineke din hikûmeta Tirkiyê niha li Herêma Kurdistanê jî dest bi birîna darên bax û daristanên vê herêmê kiriye û wan daran derbasî nav axa Tirkiyê dike.

Serokê Lijneya Pêşmerge li Parlamenta Herêma Kurdistanê jî li ser vê mijarê û binpêkirinên artêşa Tirkiyê hişyariyê da û ragihand ku ji ber şer û pevçûnan û operasyon û bombebaranên Tirkiyê bi sedan gundên dikevin nav sînorê Herêma Kurdistanê, hatin valakirin û dehan donim bax, baxçe û daristan şewitîn. Niştecihên heremê dibêjin bi leşkerên Tirkiyê re hinek çete bi kompanyeyan re lihev dikin darên li Herema Kurdistanê dibirin û derbasî wî aliyê sînor dikin.

Serokê Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêvîng Hirorî ji Rûdawê diyar kir ku li wan cihên ku Tirkiyê serbazên bicih kirine, daran dibirin û jêrxanaya aborî ya wan gundên li ser sînor jinav dibe û wiha berdewam kir “her cihên ku Tirkiyê lê bicih bûye çeperên wek kelan çêkiriye û li gel vê yekê daran dibirin. Hinek cihên li ser sînor yên wek Nizarê Tavê, Elemînê heta Qesirkê, cihekî wisa bû ku heta êvarê lê bigeriyayî ji daran mirov esman û roj nedidît. Bi leşkerên Tirkiyê re cehş û çeteyên ku hatine heremê daran dibirin û îhtîmale danûstendin kompanyeyan re heye û dibin Tirkiyê”

Rêvîng Hirorî bal kişand ser vê yekê û got “Ew çiya hemû ji daran hatine paqijkirin. Niha ev cihê ku têne dîsa dest bi çêkirina rêyan dikin. Cihên ku Tirk dikevinê jî jê dernakevin.”

Di vê navberê de şewata daristanê li herêma Keste cihê ku şer û pevçûn lê dijwar berdewam e. Gundî hewl didin pêşî li şewata ku nêzî gundê wan dibe bigirin û diyar dikin ku gulleyên topxana artêşa Tirkiyê bûne sedema şewatê.

Seîd Kêsteyî got “Tirkiye di serî de derdora gund topbaran kir û ev berdewam kir. Topeke Mîlan li cihê ku pezê me diçêriya ket.”

Li sînorê gundê Kêsteyê şerê di navbera Tirkiyê û PKKê de berdewam e. Tirkiye bi dijwarî heremê topbaran dike û di encama topbarankirinê de agir bi bax û baxçeyên gundên Kestê, Çelkêya Misilmanan, Çelkêya Krîstiyanan û Geliyê Qumriyê ket.

Muxtarê gundê Çelkêya Krîstiyanan Yuhana Xoşaba got “li seriya gund 15 malên kevn hebûn bi temamî hatin valakirin. Bax û baxçe bi temamî şewitîn.”

Hat zanîn ku tenê li nav sînorê gundê Kêste 6 hezar donim bax, baxçe, û daristan şewitîne.

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana borî, destpêkirina operasyoneke nû li dijî hêzên PKKê ragihand ku navenda wê operasyonê herêma Metîna ye û digihije heta Avaşîn û Basyanê.

Berî vê yekê hêzên PKK ragihandibû ku Tirkiye “sirûşta Herêma Kurdistanê talan dike” û tekez kiribû ku “ev sûc bê ceza namîne.” 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Dewleta Tirkiyê a mêtinger li gel hewldanên xwe yên dagirkeriyê, bênavber bombardûmanê li erdnîgariya Kurdistanê dike û hem daristanan dişewitîne, hem jî daran dibire û dibe nav axa Tirkiyê.”

Serepeyv