May 22, 2021 11:11 Asia/Tehran
  • Rapor - Dadgehê derbarê Kavala de biryar da

Rûniştina dadgehîkirina Osman Kavala duh bi rêve çû û tevî ku serokê dadgehê ne li gel wê biryarê bû, heyeta dadgehê li ser daxwaza dozger û bi piraniya dengan biryar da ku rewşa wî ya girtî berdewam be.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Hejmareke  siyasetmedar  parêzer û rojnamevanan duh 21ê Gulanê bi mebesta şopandina 3yemîn runiştina doza bûyerên Parka Geziyê ku karsaz û çalakvan Osman Kavala jî tê de 16 kes tên darizandin,  li hember 30emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Çaglayana Stenbolê civiyan.  

Sezayî Temelli, Perlamentarê Partiya  HDPê, diyar dike, “Îro li Tirkiyê hevdem,  du  dadgehên girîng bi rê ve diçin. Yek ji wan li vir ku ew jî dadgeha dosyeya bûyerên Gezi Parkê ye û a din jî doza bûyerên Kobanî ye li Enqere. Herdu dosya jî ji bo nîşandana  asta ku rejîm li Tirkiyê  gehiştiyê  gelek giring in. Her yek ji van dosyeyan xefikek e. Ev dosye ji aliyê desthilat û dadwerên ku bi talîmatan kar dikin ji bo bêdengkirina HDPê û Opozîsyonê  hatine vekirin."

Osman Kavala di sala 2017an bi tohmetên ku “ rola wî di derbeya 15ê Temuza 2016an de heye,  handana xelkê bo dijayetîkirina desthilatê û fînanskirina xwepêşandanên bûyerên Parka Geziyê” hatiye zîndanîkirin. Lê heya niha tu ji van tawanan li ser nehatine dûpat kirin. Herwiha Osman Kavala zêdetirî 3 salan e di ser çendîn car biryara azadkirinê ya Dadgeha Mafê Mirov ya Ewropayê  jî, heya niha di zîndanê de ye.

Akif Burak Atlar, Gruba Yekgirtina Taksîmê, “Ev dosyeya ku dûr e ji eql û yasayan, pêswîst e demildest  bê paşdekişandin. Pêwîst e ew tometên bê binema û çêkirî yên bo hevalên me hatine dirûstkirin bên pûçkirin. Li gel wê jî tu sûcek  li ser Mehmet Osman Kavala  nehatiye tespîtkirin, wek siyasiyekê hatiye girtin, pêwîst e bê azad kirin.”

Beriya runiştina vê dozê Elmanya û Fransa daxawaz ji Tirkiyê kirin ku pabendî biryarên Dadgeha Mafê Mirov ya Ewropayê be û demildest Osman Kavala azad bike.

Ji xeynî Welatên Ewropayê, Amerîka jî di meha Sibata îsal de daxwaza azadkirina Osman Kavala kiribû.

Wezareta Derve ya Amerîka jî di serdema îdareya Trump de, di Tîrmeha 2020an de daxwaz ji Tirkiyê kiribû ku Kavala bê azad kirin, li hember vê yekê  Wezareta Derve ya Tirkiyê jî ragihandibû ku  mafê Amerîkayê tune ye ku fermanê bide dadgehên Tirkiyê.

Aktîvîst Osman Kavala jî li ser hilweşandina biryara azadkirina wî de ragihand ev pênagavek bû ku vê dosyeyê li gel dosyeyên din bikin yek û got, “Ev yek jî hewldaneke ji bo senaryoya 8 sal berî niha hatiye amadekirin ku bawerî pê nemaye.”

Kavala li ser berdewamiya girtina xwe jî got, “Wisa pêwîst hatiye dîtin ku ez di zindanê de bimînim tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxwaza demildest azadkirina min kiriye.”

Di encama dadgehîkirinê de heyeta 30emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê li ser daxwaza dozger bi piraniya dengan biryara berdewamiya girtina Kavala da, lê Serokê Dadgehê li dij wê biryarê derket.

Roja 6ê Tebaxê rûniştineke din a dadgehîkirina Osman Kavala dê bi rê ve biçe û beriya wê rojê, 15ê Hezîranê û 12ê Tîrmehê lêkolîn dê li ser wê dosyeyê bên kirin.

Serepeyv