May 19, 2021 23:26 Asia/Tehran
  • Bazirganiya berfire di navbera Tirkiyê û rejîma Îsraîlê de û dijberiya devkî ya Tirkiyê li dijî vê rejîmê

Hinardekirina Tirkiyê bo rejîma Îsraîlê di 4 mehên pêşî ya 2021an de li gorî heman serdema sala borî, ji sedî 35 zêde bû û gihîşt 1 milyar û 851 milyon dolarî. Rejîma Îsraîl di vê serdemê de bû 8emîn welatê ku Tirkiye herî zêde hinardeyî wî welatî kiriye.

Li gorî daneyên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkiyê, Koma Hinardekar a Tirkiyê, Banka Navendî ya Komara Tirkiyê û daneyên fermî yên Îsraîlê nîşan didin ku qebareya bazirganiyê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de zêde bûye.

Li gorî daneyan, Tirkiyê di sala 2020an de bi qasi 4.7 milyar dolarê Amerîkî kelûpel firotine Rejîma Îsraîlê. Bi vê hejmarê Rejîma Îsraîl bû 9emîn rejîm ku Tirkiye herî zêde kelûpela difiroşe wê.

Di 4 mehên serî ya 2021an de jî hinardekirina Tirkiyê bo Rejîma Îsraîlê li gorî heman serdema sala borî ji sedî 35 zêde bû û gihîşt 1 milyar û 851 milyon dolarî. Rejîma Îsraîl di vê serdemê de bû 8emîn li cîhanê ku Tirkiye herî zêde kelûpelan difiroşe wê.

10 sal berê di sala 2010an de hinardekirina Tirkiyê bo Rejîma Îsraîlê 2.4 milyar dolar bû û di hinardekirina Tirkiyê de Rejîma Îsraîl di rêza 17mîn de bû.

Di sala 2002an de dema ku AKPê desthilata girte destê xwe hinardekirina Tirkiyê bo Rejîma Îsraîlê di derdora 850 milyon dolarî de bû. Di 18 salan de ev hejmar 4.5 qat zêde bû.

Hawirdekirina Tirkiyê ji Rejîma Îsraîlê di sala 2020an de 1.5 milyar dolar bû. Di sala 2021an de di navbera Tirkiye û Rejîma Îsraîlê de qebareya bazirganiya derve 6,2 mîlyar dolar bû. Ev qebarê di 18 salan de 3.4 qat zêde bû.

Di sala 2020an de di hawirdekirina Rejîma Îsraîlê de Tirkiye piştî Çîn, Amerîka û Almanyayê de di rêza çaremîn de cih girt. Di hinardekirina Rejîma Îsraîlê de ya 2020an de jî Çîn bi 11.6 milyar dolarî di rêza yekem de cih girt û Tirkiye jî di rêza 8an de cih girt.

Di hinardekirina Tirkiyê bo Rejîma Îsraîlê ya 2020an de di rêza yekem de bi 919 milyon dolarî pola û di rêza duyem de jî bi 704 milyon dolarî sektora otomotîvê tê. Tirkiye bi qasî 505 milyon dolarî madeyîn kîmyewî, 359 milyon dolarî cil û berg, 310 milyon dolarî mobilya, 273 milyon dolarî jî çîmento hinardeyî Îsraîlê kiriye.

Li gorî danyên Banka Navendî ya Tirkiyê kesên ku li erdên dagirkirî qaşo Îsraîlê dijîn veberhênanên wan yê rasterast bo Tirkiyê di dawiya 2019an de gihiştiye nêzikî 770 milyon dolarî.

Ev bazarganiya berfire di navbera Tirkiyê  û Rejîma siyonîstî di rewşekê de ye ku rayedarên tirk bi taybet serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan rexneyên tund li Rejîma Siyonîstî û serokwezîrê wê Benyamîn Netanyahu digirin, lê ji babeta pratîk li hemberî vê rejîmê ti gaveke ber bi çav û bi bandor ranakin. 

Serepeyv