May 02, 2021 13:51 Asia/Tehran
  • Tirkiye hewl dide li bakurê Herêma Kurdistanê binkeyên serbazî ava bike

Operasyonên artêşa Tirkiyê li nav sînorê Herêma Kurdistanê berdewam in û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di çarçêva şerxwazî û zêdexwaiyên vî welatî dibêje, ew dê binkeyeke nû li Metînayê ava bikin û got, “Em xeta diçe Qendîlê digirin.”

Operasyonên ku Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsanê li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên li nav sînorê Herêma Kurdistanê dabûn destpêkirin, berdewam in.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser operasyonên li dijî şervanên PKKê zanyarî pêşkêşî endamên rêveberiya AKPê kirin.

Suleyman Soylu tekezî li ser wê kir ku operasyonên wan ên li nav axa Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û behsa girîngiya herêma Metîna û avakirina binkeyên nû kir.

Soylu bal kişand ser  avakirina bargehên leşkerî di nav axa Sûriyê kir û got, “Herêma Metîna devereke girîng e. Weke li Sûriyê, em dê li vir jî binkeyan ava bikin û deverê kontrol bikin. Ev herêm xeta derbasbûna bo Qendîlê ye û em dê vê xetê kontrol bikin.”

Tirkiyê û çekdarên hevpeymanên wê, ji 2016an ve li dijî şervanên Kurd 3 operasyon û êrişên mezin bo ser herêmên bakurê Sûriyê encam dane û li herêmên sînorî ku Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê li xwe digire, hejmareke zêde ya binkeyên serbazî ava kirine.

Li bakura Iraqê jî rejîma Tirkiyê PKKê ji xwe re kiriye hecet bona dagirkirina gelek deveran li Herêma Kurdistanê û bi vê mihaneyê bi caran êrişî ser gund û bajarên kurdên Iraqê kirine û gelek ji sivîlên kurd ên Herêma Kurdistanê kuştine û gelek jî birîndar kirine û xisarên giran ên madî gihandine wan û gelek ji wan jî neçar kirine ku terka gundên xwe bidin. Ev kiryarêndagirkerî ên Rejîma Tirkiyê bûne sedema nerazîbûna gelên Iraqê û rayedarên vî welatî. Ew van êrişên dewleta Tirk mîna binpêkirina eşkera a serwerî û yekperçetiya axa Iraqê dizanin û ji deshilatdarên tirk dixwazin dest ji van kiryarên xwe li diojî cînaran berde. Di vê çarçêvê de serokomarê Iraqê Berhem Salih bi weşandina daxuyaniyekê êrişên Tirkiyê wek binpêkirina serweriya Iraqê da zanîn û eva kiryarek bi nav kir ku bi cqayideyên cînaretiya bi aştî hev nayê û xwest ku dewleta tirk dest xwe ve dev ji van êriş û dagirkeriyan berde.

Herwiha gelek ji parlemanterên iraqî ji serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xwestin ji bo nîşandana nerizamendiya xwe derheq êrişên vê dawiyê yên Tirkiyê ser axa Iraqê gişt têkeliyên ticarî û dîplomatîk bi Enqerê re qut bike. Lê Kazimî hîn bersiveke fermî nedaye van daxwazên parlemanteran

Ev karê Kazimî ev guman di nav xelkê Iraqê û tevger û partiyên vî welatî çêkiriye ku muhtemel e ku ev êrişên Tirkiyê bi hevhangiya wî pêk hatibin.

Di vê çarçêvê de Emar Hekîm  serokê Tevgera El-Hikmet bertek nîşanî êrişên dewleta Tirki9yê li bakura Iraqê da  û di daxuyaniyekê de nivîsî: Iraqiyan eva çendîn dehsalî ne ku ji bo parastina serweriya Iraqê û şeref û serbilindiya neteweya Iraqê fidakarî kirine û xwîn dane, vêca em her hewldanek ji aliyê her welatek bona binpêkirina serweriya Iraqê ku dibe, em wê bi şidet şermezar dikin. Vêca pêwîst e ku hikûmeta Iraqê jî li hemberî van destdirêjiyan bê deng nemîne û divê ku gavên bi bandor di vî warî de rake da ku gişt welat bi taybet Tirkiye serweriya neteweyî ya me bin pê neke.   

Hefteya derbasbûyî artêşa Tirkiyê destpêkirina operasyoneke nû li dijî gerîlayên PKKê ragihand ku navenda wê operasyonê herêma Metîna ye û digihije heta Avaşîn û Basyanê.

Metîna herêmeke stratejîk e ji bo PKKê û Tirkiye hewl dide bi avakirina binkeyên serbazî li wê herêmê tevgera gerîlayên PKKê ya di navbera Bakur, Başûr û herêmên kurdî li Sûriyê de qut bike.

Berpirsên Kurd hişyariyê didin ku artêşa Tirkiyê li 3 kîlometre nêzikî gundê Kestê serbaz bicih kirine û di operasyonên xwede pêş dikeve bo nav axa Herêma Kurdistanê.

Herwiha şer û pevçûnên dijwar ên di navbera gerîla û leşkerên Tirkiyê de jî bûne sedem ku gundî mal û warên xwe bicî bihêlin û koçber bibin.

Tirkiye jibilî Bakurê Kurdistanê heyameke dirêj e li nav axa Başûrê Kurdistanê jî li dijî gerîlayên PKKê operasyonan pêk tîne û jibilî bikaranîna helîkopter, firokeyên şer, firokeyên bêfirokevan, vê dawiyê dest bi şandina zêdetir hêzên bejayî kiriye û hejmareke zêde ya binkeyên serbazî ava kirine.

Tîrmeha derbasbûyî, Rêveberiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê nexşeyek belav kiribû ku tê 37 xal û binkeyên serbazî yên wî welatî li herêmên ser bi Hewlêr, Duhok, Zaxo û Soranê ve diyar bûn.

Ev di demekê de ye ku Tirkiye zanyariyên bi vî rengî zû bi zû bo raya giştî aşkere nake û her ji ber vê sedemê ew nexşe bilez hat rakirin.

Berî vê yekê endamekî YNK  gotibû ku Tirkiyê 50 bargeh û bingehên xwe yên leşkerî li Iraqê hene bi taybet li parêzgehên Hewlêr û Dihokê.

Serepeyv