Nîsan 27, 2021 14:22 Asia/Tehran
  • Şirove - Pevçûnên li Qamişlûyê; Qeyraneka nû di bereberê hilbijartina Sûriyê da

Qamişlûya parêzgeha Hesekeyê li bakurê rojhilatê Sûriyê di rojên dawî da bûye qada hin pevçûnan ku di encamê da bi dehan kes hatine kuştin an birîndar bûne.

Pevçûnên bajarê Qamişlûyê ji hefteya pêş va dest pê bûn. Ev pevçûn navbera Hêzên Asayîşê, Baska elwehiyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Berevaniya Neteweyî yên ser bi dewleta Sûriyê pêk tên.

Qamişlû ji deverên kurdnişîn e ku ji aliyê hêzên ên ku ji aliyê Amerîkayê va tên piştgirîkirin, tê kontrolkirin û ewna nahêlin ku hêzên dewleta Sûriyê li wir bi cih bibin.

Di vî halî da hêzên kurs meydanên petrolê yên vê navçeya Sûriyê kontrol dikin.

Tevî vê yekê pevçûnên dawî navbera hêzên Asayîşê û yekîneyên berevaniya neteweyî ya Sûriyê girêdayî bi alûgorên siyasî yên vî welatî ye. Dewleta Sûriyê dixwaze ku hilbijartina serokomartiya vî welatî di roja 26ê Gulana 2021ê li dar xîne. Dewleta Şamê tekîd dike ku hilbijartina di tevahiya erdnigariya vî welatî ji wan li Qamişlûyê were lidarxistin.

Hegera sereke ya van pevçûnan ev e ku Hêzên Sûriya Demokratîk nahêlin hilbijartin li navçeyên bin kontrola wan were lidarxistin.

Rojnameya El-Exbarê ji zarê çavkaniyên dewleta Sûriyê nivîsiye: Li paş perdeya vê kêşeya dawî, hewildanek jibo çêkirina behanyan bona lidarnexistina hilbijartina serokomartiyê li navçeyên bin kontrola HSDê ye.

Ji aliyê din va navcîtiya Rûsiyê di van pevçûnan da bû sebeb ku HSD û hêzên Şamê jibo bidawîanîna  pevçûnan li hev bên; Lê ev lihevhatin zêde berdewam nebûye.

Wer xuya dike ku hokara vê mijaarê jî siyasetên Amerîkayê li Sûriyêl ye ku di dema niha da lawazkirina hakimiyeta Şamê li ser erdnigariya vî welatî dişopîne.

 

Serepeyv