Nîsan 24, 2021 18:50 Asia/Tehran
  • Bi minasibata salvegera Komkujiya Ermeniyan, nivîsarek di vî warî de

Piraniya dîroknasan tevgera Împaratoriya Osmanî ya ji 1915 heya 1923an li dijî Ermeniyan, endamên kêmaniyên din ên etnîkî û olî wek jenosîd qebûl dikin. Di vê barê de wer tê pêşbînîkirin ku serokomarê Amerîkayê Joe Biden jî wek yekemîn Serokomarê Amerîkayê ê komkujiyê bi fermî wek jenosîd bi nav bike.

Li gorî Ajansa nûçeyan AFPê Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevdîtna telefonî ya bi Serokkomarê Tirkiyê Erdogan re ragihandiye ku ew ê bûyerên 1915 bi fermî wek “Jenosîda Ermeniyan” nas bike.

100 endamên Encûmena nûnerên Amerîkayê bi nameyeke vekirî daxwa ji Biden kirin di salvegera îsal de bi fermî vê bûyerê wek jenosîd binav bike.

Encûmena nûnerên Amerîka di Cotmeha 2019an dema rûniştina xwe de bi 405 dengên Endaman bi fermî ew komkujî bi jenosîd bi nav kir. Di Kanûna heman salê de ji aliyê Meclisa Senayê ve jî ev yek hat pesend kirin.

Di dema pesendkirinê de senatorê ser bi Demokratan  Pop Fernendiz dest bi girî kir.

Senatorê Amerîkî Pop Fernandiz got "Spasguzarim ku ev biryar hat pesendkirin, eva di demekê de ye ku hîn rizgarbûyên vê bûyerê hene û dikarin bibînin meclisa senayê biryar bi wê yekê da ku ew bi çi rewşê re derbas bûn."

Endamên Kongrsa Amerîka dibêjin Komkujiya Ermeniyan bûyerekbû û hat kirin û divê serokomarê Amerîkayê li pey wan pêngavên Kongirsê biçe, û bêdengiya Washington bişkîne li hemberî wê karesatê.

Serokê Yekîtiya Komela Ermeniyên Tirkiyê, Bedros Şirinoglu li dijî wan pêngavên Amerîka ye û dibêje , ew dijî deswerdanên Washingtonê ne di navbera Ermenistan û Tirkiyê de.

Serokê Yekîtiya Komela Ermeniyên Tirkiyê Bedros Şirinoglu dibêje "Wek welatiyekî Ermenî Ii Tirkiyê dijîm, ji gelê Tirk û Ermen û Civaka Navdewletî re bibêjim, em piştevaniya wan hewlan nakin, ku dixwazin bûyereke wiha xemgîn ku berî bêhtir ji 100 sal berî niha çêbûye dinavbera gelê Ermenî û yên Tirk de, bikin keresteyeke siyasî. Em li dijî wê ne êşa me ji bo mebestên siyasî werin bikaranîn"

Lê Ermeniyên Amerîka ku ji zext û zora dewleta Tirkiyê dûr in û hejmara wan ji nîv  milyon kes kêmtir e, dest bi lobiyekî berfireh kirine li Amerîka daku komkujiya Ermeniyan wek jenosîd were binav kirin.

Joe Biden di dema kampîna helbijartinan de soz da helwesteke tund dijî Tirkiyê bistîne, li hemberî kirîna sîstema S-400 yên Rûsî û siyaseta wê li Lîbya û Sûriyê, herwiha jibo nebûna proseya demokrasiyê li Tirkiyê.

Ev pirs di demekê de ye ku Roja Înê Biden û Erdogan peywendiyeke telefonî encam dan, li hev kirin meha Hezîranê di dema lûtkeya NATOyê de li gel hev bicivin û peywendiyên herdû aliyan gotûbêjbikin.

Di navbera salên 194-1915an de Împaratoriya Osmanî dest bi qirkirina gelê Ermen li wî welatî kir û li gor zanyariyan di komkujiya ermeniyan de zêdetirî 1,5 milyon Ermenî ji aliyê leşkerên tirk ên osmanî ve hatin kuştin.

Heta îro, 29 welat, bi piranî Ewropî û Amerîkaya Başûr, bûyerên 1915an û komkujiya Ermeniyan wekî jenosîd nas kirine. Rûsya û Sûriye jî di nav wan welatan de ne ku biryar stendine.

Uruguay di sala 1965an de bu yekem welat ku jenosîdan Ermeniyan nas kir. Piştî Uruguay, Parlamenta Qibrisê di 1972an de jenosîda Ermeniyan nas kir.

Serepeyv