Nîsan 21, 2021 18:44 Asia/Tehran
  • Li Dêrika  Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Pargîn; Navenda Lêkolîn û Parastina Kevneşopan

Li bakurê Sûriyê; Ji bo xwespartina kevneşopên xwe û wekî hunereke resen li herêma Koçeran, Saziya Pargîn konê xwe vedaye. Hêvî hene ku di warê de çandê guhertinên bingehîn bi rêya vê saziyê çêbin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Ev du sal e xebatên çandî li herêmê bi lez bi pêş dikevin. Bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşana cil û bergên gelêrî, kilam, rêzefîlmên çandî û xêzefîlman zindî dikin. Bandora vê li her kolaneke herêmê diyar dibe ku xebatên çandî eniya pêş a parastina civakê ne.

Heya niha ji bo lêkolînkirin û belgekirina kevneşopan sazî nehatibûn avakirin. Cara yekem e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Navenda Lêkolîn û Parastina Kevneşopa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê ‘Pargîn’ ku girêdayî Desteya Çand û Hunerê ye, tê avakirin. Ji bo xwespartina kevneşopên xwe û wekî hunereke resen li herêma Koçeran a gundê Deşta Sûsê ya bajarê Dêrikê kon hatiye vedan.

‘Pargîn’ gotineke Koçeran e û tê wateya ‘kolana li dora kon’. Ev kolan parastina ji baran û dirindeyan dike. Ji bo parastin û lêkolînkirina çanda gelêrî ev nav li saziyê haitye kirin.

Beriya salekê amadekariyên avakirina “Pargîn” dest pê kir. Ji zarokan, ciwanan heya kalemêr û pîrejinan di nav saziyê de cihê xwe digirin ku bi giştî 25 endamên wê hene û bi piranî ji gundên koçeran in. Di xebatên saziyê de, di beşa muzîkê de Mehmûd Berazî û di derhêneriyê de jî Şero Hindê cih digirin. Cihê Pargînê di nava keleporê de ye ku bandorê li afirandina berheman bike.

Yek ji damezirînerên Pargînê jî Îbrahîm Feqe ye. Feqe, di salên 1980-1990’yî de xebatên çand û hunerê daye meşandin. Feqe girîngiya xebatên çandê bi van hevokan re tîne ziman: “Civak, ger ne bir rêya nirxên çandî be, bê gûman sererastbûn çênabe. Ev karê bingehîn e ku civakê bi pêş bixe.”

‘SAZIYÊN WIHA DÊ PÊŞÎ LI PÊLA QIRKIRINÊ BIGIRIN’

Feqe, der barê Pargînê de dibeje ku sazî li ser esasê pêwîstiya parastina çandên kevnar û yên nû ji êrişan, hatiye avakirin. Qirkirin ne tenê li ser gelan pêk hatiye. Feqe, van tiştan tîne ziman: “Gelek saziyên me yên çandî hene lê beşên ku bi kevneşopiyan re mijûl bibin, peyda nedibûn.”

Feqe, têkildarî kêmasiya dezgehên bi vî rengî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dibeje: “Wê jêdera hunerê cuda be anku bêhna pîvanên kurdayetiyê ji babetên kurdayetiyê neyê. Ger em bi rêya sazî û dezgehên wiha eniya parastina van nirxan çênekin, em ê xwe li ber pêla qirkirinê negirin.”

ENDAM JI GUNDAN HATIN HILBIJARTIN

Di 5 mehan de ev xebat bi dawî bû. Hilbijartina endaman ji gundan, li ser esasê têkilî, nêzîkatiyên germ bi nirxên çandî re hatiye kirin. Ji ber taybetmendiya çandparêziya jinan, piraniya endaman jî jin in.  Şert û mercên bingehîn ên endamtiyê, Feqe wiha rave dike: “Eşqa mirovan ji xebatên çandê re û girêdanên xwe bi serhatî, kevneşopên civaka xwe re ye. Jê şûnde fêrkirina beşên teknîkê, lêkolîn û hwd.. dimîne. Di qonaxa du mehan de perwerdeya teknîk, lêkolîn, sînema, çandî dest pê kir.”  

Feqe der barê çanda koçeran de dibêje ku çanda Koçeran resen e. Ji ber wê jî mijarên lêkolînê berdest in ku şert û mercên wê guncaw dîtine.   

Feqe têkildarî projeyên Pargînê yên demên pêş dibeje: “Bê guman ev wê bibe şax ji hemû cihên din re ku ne tenê bi Kurdan, heya Ereb û Suryanan re berdewam bike. Sererastkirina çandî encax bi van saziyan çêbe.”

JI STRANAN HEYA RÊZEFÎLMAN

Berhemên ku heya niha derxistine, Feqe wiha rêz dike: “100 xelek wek belgefîlmên kurt li ser amûrên civakê hatine çêkirin. Ev ji bo nifşên nû dibe belge. Em hewl didin dîmen, nivîs, deng, reng li vê saziyê peyda bikin. Di aliyê stranan de jî xebatên me hatin meşandin, niha jî berdewam dikin. Belgefîlmên dirêj wekî efsane, serhatî, dengbêjî û rêzefîlm,  projeyên li pêşiya me ne. Projeya zarokan jî di nav xebatê me de heye.”

Di du salên dawîn de pêşketinên mezin di aliyê çand û hunerê de çêbûne. Sedema wê jî Feqe wiha dinirxîne: “Sedema bingehîn berhemên ku em behsê dikin ên kevn ku civakên me afirandine, ji dil, xweza, xûmar, xwerist û çîrokên rast afirandine. Lê van serdemên dawiyê, ji ber mirov ketine bin bandora çandên cuda, berhemên bandore li mirovan bikin, nemane. Ji ber wê hewldan çêdibin. Bê guman hin hewldan cihê xwe digirin, hinek jî kirêt tên çêkirin ku wek şêwazê vê serdemê nêzî wan berheman dibe û şêwazê serdema em tê de derdikeve. Ev berhem rojekê jî namînin û diqedin.”

‘HÊVÎ HENE KU GUHERTINÊN BINGEHIN DI ÊNIYA ÇANDÊ ÇÊKIN’

Feqe wiha dewam dike: “Jêdera avakirina berhemên dîrokî ne şaş e. Ji ber wê hewldanên me divê hejmarek baş berhemên muzîkç çêkin ku guh û rihê mirovan paqij bikin. Piştre meydan vedibe ku mirovên hestewer berheman çêkin da ku meydana çêkirina berheman ji kesên qels re nemîne. Hêviyên me hene ku guhertinên bingehîn li eniya çandê çêbin ku bibe cihê afirandinê û ji karê rûtîn derkeve. Em bi hêvî ne ku Pargîn hêjayî vê ked û navî be.”

BIZIRÊ ÇANDÊ DI MALBATÊ DE HEYE

Rojda Koçer, di Pargînê de karê dîmenkişandinê dike. Ji gundê Besta Sûsê ye. Dayika Rojdayê di nav xebatên folklorîk de cih digire. Rojda ji bo nasîna çandê û derxistina berheman berê xwe dide Pargînê û dibejê: “Em jixwe di nav çanda resen de dijîn. Çanda koçerî ya kevnar bi malbata me giştî re heye. Daxwaza me ew e ku çanda xwe zêdetir binasin û bidomînin. Her ku kapîtalîzm bi pêş ket, çanda me li paş dima. Li dijî vê em ketine nava tevgerê.”

‘ARMANCA SEREKE PARASTINA ÇANDÊ YE’

Rojda, piştî 2 mehên perwerdeyê dest bi karê xwe kiriye ku ji bo perwerdeyê wiha dibêje: “Perwerdeya me li ser dîroka çandê, sînema, senaryo, teknîk , cil û berg, dîlan, deng û lêkolîn-lêgerînên çandê bû. Beriya ez bibim endam, ez li malê bûm. Lêkolîn û perwerdeya ku min li Pargînê dîtiye, gelek guhertin di kesayetê min de çêkir. Heya dan û standinên min guherîn. Wek jin li pêşiya xwe pêşerojeke balkêş dibînim ku xurt bibim. Ji bo gavên mezin divê xweperwerdekirina me jî mezin be. Beriya her tiştî armanca sereke parastina çandê ye û ez jî dibim parêzvan.”

Serepeyv