Çile 18, 2019 12:34 Asia/Tehran
  • Kutabûna seredana Zerîf ya Iraqê, zincîreya dostîyê ji Bexdayê heta Hewlêrê

Seredana pêncrojî ya Wezîrê Karên Derve yê Îranê bo Iraqê û hevdîtina wî digel rayedarên dewleta navendî li Bexdayê û Herêma Kurdistana vî welatî, dostanebûna peywendîyên her du welatan bi başî nîşan da.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf roja Yekşemê gihîşt Bexdayê û roja Pêncşemê ango duh danê êvarê jî seredana xwe bi dawî anî û zivirî Têhranê. Zerîf bi Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlimana Iraqê re li Bexdayê û bi berpirsên Herêma Kurdistana vî welatî re li Hewlêr û Silêmanîyê hevdîtin pêk anî.

Seredana Wezîrê Karên Derve yê Îranê bo 5 şarên iraqê pêrgî pêşwazîya germ û dostane ya berpirsên vî welatî çi şîe û sunne û Kurdan bû û vê yekê jî sîyaseta yekgirtî ya Îranê têkildarî etnîkên curbicur ên iraqî selimand.

Îran di çarçova sîyaseta Iraq hevgirtî û yekperçe da bi çavekê li hemî komên iraqî dinêre. Komara Islamî ya Îranê, ewlehî, istiqrar û aramîya li Iraqê wekî ewlehî û istiqrara xwe dizane.

Pişkdarîya Wezîrê Karên Derve yê Îranê di 3 konfiransên aborî l ideverên curbicur ên Iraqê û pêgirîya berpirsên vî welatî ser berfirekirina hevkarîyan, vîna hevpar a berpirsên Iraq û Îranê nîşan dide ta ku hevkarîyên aborî di qonaxa piştî têkbirina DAIŞ`ê û boykotên yekalî yên Amerîkayê yên dijî Îranê da zêdetir berfire bikin.

Çand, dîn û zimanê hevpar, hevkarî û peywendîyên Îran û Iraqê yên warên curbicur misoger kirine û peywendîyên bi vî rengî mizginîya panoramayeke geş û zelal didin.

Peywendîyên Îran û Iraqê ewqasî dostane û kûr in ku Zerîf duh li koma nûçegihahan li Necefê got: Mafê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û hîç kesekî din tineye ku destwerdanê di peywendîyên Îran û Iraqê wekî welatên cînar de bikin û ew peywendî wekî yên hin welatan ne rûvekî ne. Seredana Zerîf û seredana Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ku di 26`ê Kanûnê de şevê û di nava tivdîrên taybet ên ewlehîyê bo baregeha leşkerî ya hêzên amerîkî li Al Anbarê pêk hat, hemî rastîyên niha yên li qada sîyasî ya Iraqê nîşan didin.

Sersarîya Trump li hemberî serwerîya netewî ya Iraqê dema seredana wî ya bo Iraqê û seredana sar a Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo Bexdayê nîşan da ku Amerîka ne dostê rastî û yê rojên dijwar ê Iraqê ye.

Lê Îran bi çavekî li hemî etnîkên iraqî mêze dike û seredana pêncrojî ya Zerîf bo Bexda, Hewlêr û Silêmanîyê sîyaseta zelal û isûlî ya Komara Islamî ya Îranê ya rêzgirtina li serwerîya netewî ya Iraqê û parastina wê baş nîşan da.

Eva ku iraqî ji ber seredana di şevê da ya Trump bo Al Anbarê hêrs bûn û ew şermezar kirin û herwiha daxwaza Amerîkayê ya rawestandina hevkarîyên aborî yên digel Îranê qebûl nekirin, nêrîn û sîyaseta iraqîyan li hemberî Amerîkayê nîşan dide. Ji hêla din ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina idgel Zerîf da çend xulekan bi zimanê farisî axivî, ev ferqa pêşwazîkirinê, xwe hemî rastîyan radigihîne û peyameke wê ya navçeyî û navnetewî heye.

Komara Islamî ya Îranê di dema êrişên koma têrorîst a DAIŞ`ê li deverên curbicur ên Iraqê de, alîkarî da şîe, sunne û Kurdan û parastina yekperçetîya axa Iraqê. Bersiva li hemberî vê dostîya ji dil û can û rastî ya Îranê, van rojana bi başî li helwestên berpirsên iraqî xûya dike û pêgirîya wan ser dewama hevkarîya aborî tev Îranê tevî boykotên Amerîkayê, ev yeka selimandîye ku peywendîyên Îran û Iraqê ne rûvekî ne.