May 25, 2023 17:31 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Pirsgirêka Heqava Çemê Hîrmendê bi rêya daxuyaniya siyasî va nayê çareserkirin

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Me ji rayedarên Efxanistanê ra gotiye ku pirsgirêka heqava Hîrmendê bi rêya daxuyaniya syasî va nayê çareserkirin û divê ev mijar bi rêya hiqûqî va were şopandin.

Li gorî rapora YJC'yê, Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê îro (Pêncşemî) got: Me têkildarî heqava Îranê ji Çemê Hîrmendê hin gotûbêj digel rayedarên Efxanistanê pêk anîne û bawer in ku li gorî Girêbesta 1972an divê di vî warî da rêya hiqûqî were berçavgirtin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi cînaretiya Îran û Efxanistanê û hebûna sînorên dirêj navbera du welatan, got: Rêyek ji bilî danûstandian du welatan tineye.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Em dixwazin alîkariyê bidin pêvajoya pêkhatina aştî û ewlehiyê li Efxanistanê û me çaverêtiyeke beranber jî ji hakimên niha yên Efxanistanê heye.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku em Desteya hakim a niha ya Efxanistanê bi fermî nas nakin û tekezî li ser damezirandina hikûmeta giştalî li Efxanistanê dikin, got: Taliban beşeke rastiya Efxanistanê ye, lê ne tevahiya Efxanistanê.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Em ji ber bêparkirina jin û keçên efxanistanî ji perwerdehiyê nerazî ne û vê yekê dijî talîmatên Îslamê dizanin.

 

Serepeyv