May 15, 2023 13:41 Asia/Tehran
  • Berteka Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê hilbijartinên Tirkiyê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Beşdariya berfireh a gelê Tirkiyê di hilbijartina de nîşana serketina demokrasiyê ye.


Nasir Kenanî Çafî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê  îro piştî lidarxistina  hilbijartinên Tirkiyê got: Lidarxistina serketî û beşdariya zêde ya gelê  Tirkiyê di hilbijartinên serokkomarî û parlemana  vî welatî, nîşana serketina demokrasiyê li vî welatê misilman û cîran e 

 Berteka Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê  pîrozbayî li rêber û partiyên siyasî û birêveberên hilbijartinên Tirkiyê kir û hêvî kir çarenivîsa herîbaş bo gelê Tirkiyê pêk were. 

 Hilbijartinên hevgav ên  serokkomarî û parlemana Tikiyê duh bi beşdariya nêzîkî sedî 88.84 ê xelkê di hilbijartinên serokkomariyê û zêdetirî sedî 88 ê xelkê jî di hilbijartinên parlemanî hat lidarxistin. 

 

Serepeyv