Adar 19, 2023 20:20 Asia/Tehran
  • Paşayê Erebistanê Reyîsî vexwend ku serdana Riyazê  bike

“Muhemed Cemşîdî” Alîkarê Siyasî yê Ofîsa Serokê Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku Paşayê Erebistanê Reyîsî ji bo serdana Riyazê vexwendiye.

Îran û Erebistanê roja 11ê Adarê piştî 7 salan  ji bo vejiyandina peywendiyan li hev kirin û biryar hat dayîn ku di heyama du mehên bê da balyozxaneyên du welatan bên vekirin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, “Muhemed Cemşîdî” Alîkarê Siyasî yê Ofîsa Serokê Komara Îslamî ya Îranê di twîtekê da nivîsî: “Cenabê ‘Selman bin Ebdulezîz’ Paşayê Erebistanê di nameyekê bo Reyîsî da tevî pêşwaziya ji lihevkirina du welatên bira, ‘Îbrahîm Reyîsî’ Serokkomarê Îranê ji bo serdaneke fermî bo Erebistanê vexwend û daxwaza xurtkirina hevkariyên aborî û navçeyî kir.”

Alîkarê Siyasî yê Ofîsa Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: “Serokkomarê Îranê tevî pêşwazîkirina ji vê vexwendinê, li ser amadetiya Îranê ji bo xurtkirina hevkariyan bi Erebistanê ra tekez kir.”

 

Serepeyv