Adar 18, 2023 15:13 Asia/Tehran
  • Têhran: Lihevkirina Îran û Erebistanê dikare pêşdebira pêkanîna herêmeke aram ser xêra hemî herêmê be

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Lihevkirina Îran û Erebistanê dikare bibe sedema pêşdeçûna plana pêkanîna herêmeke xwedî-istiqrar ser xêra hemî herêmê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di twîtekê da nivîsî: Meriv dikare ragihandina asayîbûna peywendîyên Komara Islamî ya Îranê û Paşatîya Erebistana Seûdî girîngtirîn bûyera îsal di warê cînaretîyê da bizane.

Kenanî herwiha got: Lihevkirina Îran û Erebistanê ji bo destpêkirina peywendîyên sîyasî ku bi alîkarîya Çînê û hewlên berdewam ên Iraqê û Paşatîya Ummanê pêk hat, yê roleke girîng di hevdengbûn û pêşxistina hevkarîya welatên herêmê da hebe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Bi saya hevkarîya welatên herêmê ya ser bingeha berjewendîyên hevpar, meriv dikare hêvîdar be ku herêma rojavaya Asyayê û Kendava Farsê bi saya cîgeha zef girîng a jêopoltîk, çavkanîyên dewlemend ên enerjîyê, serweta xzwedêdayî û çavkanîyên darayî yên zef di siberojê da yê bikeve rêya dabînirina rehetîyê bo gelên herêmê.

Îran û Erebistanê bi dû muzakireya li şarê Pêken paytexta Çînê, di 10ê Adarê da lihev kirin ku piştî 7 salan, peywendîyên dîplomatîk ji nû ve dest pê bikin.