Adar 18, 2023 13:56 Asia/Tehran
  • Hinardekirina ji gumrikên parêzgeha Kurdistanê sedî 8 zêde û geş bûye

Serokê Rêxistina Cihada Cotkarîyê ya parêzgeha Kurdistanê li rojavaya Îranê got: Di 11 mehên buhurî da 466 hezar ton berhemên cotkarîyê bi bihaya 194 milyon dolarî ji rêya gumrikên parêzgeha Kurdistanê bo derveyî welêt hatiye hinardekirin.

Serokê Rêxistina Cihada Cotkarîyê ya parêzgeha Kurdistanê Pêyman Iskenderî herwiah got: Asta berhemên hinardekirî ji hêla kêşê va anegorî sala buhurî sedî 8 jorda çûye.

Iskenderî herwiha got: Asta herî zêde ya hinardekirinê ji rêya derîyê sînorî yê navnetewî yê Başmaq li Merîwanê qasî 316 hezar tonî bûye.

Serokê Rêxistina Cihada Cotkarîyê ya parêzgeha Kurdistanê herwiha gto: 150 hezar ton berhem jî ji rêya derîyê sînorî yê Seyranbendê hatîye hinardekirin.

Derîyê sînorî yê fermî yê Başmaqê li Merîwanê yek ji derîyên sînorî yên fermî yên herî girîng di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê da ye.