Tirkîyê ji ber lihevkirina Îran û Erebistanê kêfxweşbûna xwe dîyar kir
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê derbara meseleyên herî girîng ên dualî, herêmî û navnetewî da gotûbêj kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr- Ebdullahîyan şeva buhurî di peywendîyeke telefonî da digel hevpîşeyê xwe yê tirkîyeyî Mewlûd Çavûşoglu da got ku danuistandina erênî ya cînaran û welatên herêmê zemîneyê ji bo pêşxistina aştî û istiqrarê li herêmê û jihevfêrbûna zêdetir li asta navnetewî sazî dike.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê jî ji ber lihevkirina Îran û Erebistanê ya ji bo destpêkirina peywendîyên dîplomatîk kêfxweşbûna xwe dîyar kir û got: Ew lihevkirin dê bibe sedema xurtbûna helwestên welatên misilman û jihevfêrbûna wan ji bo ku alîkarîyê bidin çareserkirina meseleyên herêmê.
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê herwiha basa pêşxistina peywendîyan û hin mijarên herêmî yên girîng ji bo her du welatan kirin.