Adar 17, 2023 17:34 Asia/Tehran
  • 60 endamên Konseya Mafên Mirovan a NY’yê tekezî li ser rola dîn di xurtkirina mafên mirovan da kirin

Di daxuyaniya 60 welatên endamê Konseya Mafên Mirovan a NY’yê, tekezî li ser rola dîn di rewacpêdan û xurtkirina mafên mirovan li welatan hat kirin.

Di dewama civîna 52an a Konseya Mafên Mirovan a NY’yê li Jenevê da îro (Înî) 60 welatan ji wan welatên endamê Saziya Hevkarîya Îslamî bi daxuyaniyekê ku “Elî behreynî” Balyoz û Nûnerê Dayîmî yê Komara Îslamî ya Îranê li Jenevê raber kir, tekezî li ser rola dîn di rewacpêdan û xurtkirina mafên mirov li welatan, cîhanê û saziyên navneteweyî kirin.

Ev daxuyanî bi destpêşxeriya Nûnertiya Dayîmî ya Komara Îslamî ya Îranê li Jenevê li ser navê “Rola dîn di parastin û xurtkirina mafên mirovan” hat raberkirin.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, Di vê daxuyaniyê da hatiye: “Fêrkarî û nirxên dînî weke rûmeta însanî, beranberî, dadmendî û aştî serçaviya gelek pîvan û nirxên mafên mirovan di serdema hevçerx da ne.”

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye: “Em ji civaka cîhanî dixwazin bi berxwegirtina tevdîrên pêwîst rê li ber her cûre cihêkarî, dijminatî, tundûtûjî, îftira û bêrêziya li dînan û şopînerên wan bigire.”

 

Serepeyv