Adar 17, 2023 16:57 Asia/Tehran
  • Tetbîqata Hevdudanî ya Kembera Ewlehîya Deryayî-2023an; Operasyona şopandin û têkbirina armancên asimanî yên şevê

Berdevkê Tetbîqata Hevdudanî ya Kembera Ewlehîya Deryayî-2023an ku bi beşdariya Îran, Çîn û Rûsyayê tê lidarxistin, qala cihanîna operasyona guleavêtina şevê li armancên asimanî di vê meşqa leşkerî da kir.

Edmîral ‘Mustefa Taceddînî’ Berdevkê Tetbîqata Hevdudanî ya Kembera Ewlehîya Deryayî-2023an qala cihanîna operasyona guleavêtina şevê li armancên asimanî di vê meşqa leşkerî da kir.

Senaryoya vê rahênanê li ser bingeha zimanekî taktîkî yê hevpar navbera hêzên deryayî yên Îranê pêkhatî ji Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdaran û hêzên deryayî yên welatên Çîn û Rûsyayê hat dîzaynkirin û bi awayê serkeftî bi cih hat.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Emîr edmîralê duyem ‘Mustefa Taceddînî’ Alîkarê Operasyonê yê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê û Berdevkê Tetbîqata Hevdudanî ya Kembera Ewlehîya Deryayî-2023an got: “Di dewama pêvajoya lidarxistina Tetbîqata Hevdudanî ya Kembera Ewlehîya Deryayî-2023an da ku li bakurê Oqyanûsa Hindê tê lidarxistin, şeva derbasbûyî operasyona guleavêtina şevê li armancên asimanî ku wek rahênaneke deryayî ya herî girîng tê hesab, ji aliyê yekîneyên beşdar va serkeftî bi cih hat.”

Berdevkê Tetbîqata Hevdudanî ya Kembera Ewlehîya Deryayî-2023an got: “Operasyona guleavêtina şevê li armancên asimanî hewcedarê hevahengî û destûrên pişk bi pişk e.”

 

Serepeyv