Mijdar 24, 2022 17:02 Asia/Tehran
  • Kenanî bo Biden:

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê ji serokomarê Amerîkayê ku îdiaya azadkirina jinên îranî kiriye, pirsî: Gelo we di boykotên xwe yên herî zêde li dijî gelê Îranê da vavêrtin?

 

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roaj Pêncşemiyê di twîtekê da wek berteka li hemberî gotinên bi nîşana destwerdanê yên Joe Bidenê serokomarê Amerîkayê derbarê rewşa Îranê ya navxweyî, nivîsî: Serokomarê rejîmekê ku zêdeji 40 salan dijminatî ûbêrehmiya herî zêde li dijî gelê Îranê pêk anî û di terorîsma aborî û boykotkirinê da heta rehm li zarokên nexweşê EB'yê (Epidermolysis bullosa) jî nekir, îdia dike "Dewleta vî welatî li kêleka jinên Îranê ye."

Kenanî ji serokê Amerîkayê pirsî: Bi rastî gelo di boykotên we yên herî zêde li dijî gelê Îranê da jin û dayîkên îranî hatibûn vavêrtin?!

Joe Biden serokomarê Amerîkayê Çarşemiyê bi şev bi daxuyaniyekê îdia kir: "Dewleta Îranê li kêleka jinên Îranê ye ku ji bo daxwaza mafên mirovan û azadiyên xwe yên bingehîn tûşî zilm û tundûtûjiyê bûne."

 

Serepeyv