Mijdar 23, 2022 14:02 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Xurtkirina peywendîyên welatên serbixwe ji rêbazên kêrhatî di xilasbûna ji boykotan da ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê ``xurtkirina peywendîyên welatên serbixwe`` ji rêbazên kêrhatî di xilasbûna ji boykotan da zanî.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, Seyîd Ibrahîm Reyîsî îro di hevdîtina digel Serokwezîrê Bilarûsê Romen Gilavçêngo da got: Vîna ciddî ya Îran û Bilarûsê ji bo jordabirina asta peywendîyan dê berbendên ihtimalî ser rêya berfirekirina danuistandinan ji holê rake.

Reyîsî got: Komara Islamî ya Îranê ji wan welatan e ku bi hegera hewla ji bo serxwebûnê hatîye boykotkirinê lê tevî vê yekê pêşketinên berbiçav di hemî waran da ji wan di warê aborî da hebûye. Herwiha Îran û Bilarûsê potansîyelên pirrcûr û berbiçav ji bo berfirekirina danuistandinan hene.

Serokwezîrê Bilarûsê Romen Gêlavçênko jî di vê hevdîtinê da got: Peywendîyên Komara Islamî ya Îranê û Bilarûsê hertim dostane bûne û dema berfirekirina peywendîyên aborî hatîye.

Wî herwiha got: Ticareta di navbera her du welatan di sala buhurî da 3 qat bûye û me nexşerêyeke deqîq ji bo berfirekirina hevkarîyan darêştîye.