Îlon 23, 2022 10:52 Asia/Tehran
  • Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya destpêbûna Hefteya Berevaniya Pîroz

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê bi boneya destpêbûna Hefteya Berevaniya Pîroz da tekez kir: Ev peyama şehîdan e, berxwedana li hemberî şeytanan dê bibe sebeba serkeftinê û bidawîhatina tirs û keserê.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê bi boneya destpêbûna Hefteya Berevaniya Pîroz û Roja Mêvaniya Helaleyan, tekez kir: Peyama şehîdan ji me ra dibêje ku berxwedana li hemberî şeytanên hêzdarî û zilmê, di dawiyê da dê bibe sebeba serkeftinê û hilweşiyana tirs û keserê.

Nivîsa peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hevdem digel jêbirina xubarê, gulavreşandin û gulbarana goristanên şehîdan li seranserî welêt bi navê 'Mêvaniya Helaleyan', ji aliyê hucet ul-îslam wel-muslimîn Şukrî, Nûnerê Welîyê Feqîh li Binyata Şehîdan û Karûbarên Îsargeran li Goristana Şehîdan a Beheşta Zehrayê ya Tehranê hat xwendin.

Li gorî rapora Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî di peyama xwe da tekez kir: H dema herî baş û guncav ji bo rêzgirtina li şehîdên ezîz û bihîstina peyama wan e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha ragihand: Peyama şehîdan, mizgîniya bo dilên amade û guhên bîser e.

Hezretê Ayetullah Xamineyî ragihand: Ev peyam vejînera jiyan, hêz û hêviyê ye û hewcetiya roja îro û hertim a gelê Îranê yê mezin û hemî azadeyên cîhanê ye.

 

Serepeyv