Îlon 21, 2022 17:54 Asia/Tehran
  • Mehsa Emînî keça Îranê

Di halekî da ku hejmareke zêde ya gelê Îranê ji ber koça dawîn a rehmetîya Mehsa Emînîyê xembar in û çaverê ne ku encamên pişkinînên Pizişkîya Dadê di vî warî da bên ragihandinê, hin kombûnên nerazîbûnê bi handana mêdyayên bîyanî ku hin kesên erkdarbûyî û rêkxistinkirî tevlî wan bûne, li hin şarên Îranê hatin lidarxistin.

Navenda Ragihandinê ya Polîsên Têhranê roja pêncşem 15ê Îlonê bidû belavbûna hin nûçeyan derbara têkçûna halê xanimeke ciwan piştî veguhestina bo binkeyeke hêzên parêzvanê ewlehîya bajêr da, ragihand: Xanim Mehsa Emînî ku jibo hin şîretkirin û rênimayîyan bo binkeyeke polîsên Têhranê hatibû veguhestin, tûşî kêşeya dil bû ku demlidest bi hevkarîya polîsan û orjansê bo nexweşxanê hat veguhestinê lê mixabin ji ber wê babetê canê xwe ji dest da.

Piştî vê bûyerê, Seyîd Ibrahîm Reyîsî Serokê Komara Islamî ya Îranê ferman da Ehmed Wehîdî Wezîrê Karên Hundur ê Îranê ku heger û hûrgilîyên vê mijarê bi awayekî demlidest û baldarîyeke taybet hilkolîne û encamê bi raporekê raber bike.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, Mehsa Emînî keça xwe bi nav kir û xwest ku hemî ber û layên vê mijarê bên hilkolandin.

Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê jî malbata rehmetîya Mehsa Emînîyê dilnîya kir ku piştî amadebûna encamên pişkinînan, ew dê bêyî ti têbînîyekê bên ragihandin.

Elî Salihî Serdogerê Têhranê jî ragihand ku komxebateke taybet ji bo hilkolandina ber û layên pizişkî yên vê mijarê hatîye pêkanîn.

Mihemedbaqir Qalîbaf Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê jî Komsyona Karên Navxweyî yên Welêt û Konseyên têkildar rasipardin ji bo ku ber û layên koça dawîn a Mehsa Emînîyê hilkolînin.

Di halekî da ku hemî berpirsên Komara Islamî ya Îranê xwestine ku derbara koça dawîn a Mehsa Emînîyê da lêkolîn û pişkinînên tam bên kirinê û gelê Îranê jî ji ber vê bûyerê xembar e, li gorî demajoyekê idî hertim dubare dibe, bi saya handana mêdyayên derveyî Îranê û pişikdarbûna hin kesên erkdarbûyî û rêkxistinkirî hin kombûn li hin şarên Îranê destpê bûn ku ti têkilîyek bi çanda gelê Îranê ra tinene. Televîzyona seûdî ya Îran Întêrneşnalê û pişka farisî ya BBCyê ser bi dewleta Ingilîsê di vê navberê da bi nûçe û raporan xelkê ji bo birêxistina ajaweyê han didin û serkêşîya vê yekê dikin. Hin kanalên ser bi Koma Minafiqînê jî bi weşandina berdewam a vîdyoyên têkildarî şewitandinan û lihevxistina polîsan û kesên hicabdar, pişikdarên kombûnan jibo berfirekirina van babetana hand didin û sor dikin.

Di vî halî da malbata dilbirîn û xembar a Mehsa Emînîyê jî xwestin ku ev bûyera were şopandinê û bila armancên sîyasî û kesane yên kes û koman bi saya bûyera jidestdana keça wan neyên şopandin çawan ku ji destpêkê va heta nika, Mehsayê ``keça Îranê`` bi nav dikin.