Tebax 07, 2022 00:39 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Berxwedana Filistînê û gelê Xezeyê serketiyên dawî ne

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Bê şik berxwedana Filistînê û gelê berxwedêr yê Zîvala Xezeyê serketinên dawîn ên şerê dijî Rejîma dagîrker a Siyonîst in.

Li gorî rapora Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Berdevkiya Wezareta Karên Derve, li pey êrişa leşkerî ya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê roja şemiyê li peywendiyeke telefonî bi Ziyad Nexale sekreterê giştî yê Cîhada Îslamî ya Filistînê re êrîşên Rejîma Siyonîst ser xelkê Xezeyê bi tundî şermezar kir.

Emîr-Ebdullahiyan bi rêzgirtina ji giyanê şehîdên filistînî û şehîdên êrişên hovane yên vê dawiyê yên siyonîstan ser zîvala Xezeyê, destnîşan kir: Îsraîl bi berdewamiya çêkirina qeyranan hewl dide krîzên piralî yên di hundirê navçeyên dagirkirî binixumîne.

Ziyad Nexale jî pesna palpiştiya gel û dewleta Komara Îslamî ya Îranê ji Filistînê re da û got: Roja îro Rejîma Siyonîst di lawaztirîn rewşa xwe de ye û têkoşerên berxwedanê bi serbilindî û bi hêz piştevaniya niştecihên Xeze û Filistînê û azadiya gelê xwe û bajarê pîroz ê Qudsê dikin.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê destnîşan kir: Hêza berxwedanê ya Filistînê bersiva Rejîma Siyonîst daye û dê guherîneke girîng li pêvajoya vê rûbirûbûnê nîşan bide.

Navçeyên curbicur ên Zîvala Xezeyê ji êvara Îniyê vir va bûne şahidê êrişên cinayetkarane yên Rejîma Siyonîst ku di encama êrişên hanê de herî kêm 15 kes şehîd bûne û 114 kes jî birîndar bûne.

Cinayetên vê dawiyê yên rejîma siyonîs li êrişa ser zîvala Xezeyê, bi pêleke şermezarkirina cîhanî û bi taybetî li cîhana islamê û helbet bertekên tund ên grûpên berxwedanê re rûbirû bûye.

Medyaya Îsraîlî îro Şemiyê piştî nîvro ragihand ku berxwedana Felestînê ji destpêka êrîşên vê dawiyê yên artêşa Israîlê ser zîvala Xezeyê, zêdetir ji 200 mûşek û roket avêtine ser navçeyên dagîrbûyî.

Serepeyv