Tebax 07, 2022 00:15 Asia/Tehran
  • Mersima şîna şeva Tasûaya Husênî (S) bi amadebûna rêberê giranqedir ê Inqilaba Îslamî

Di şeva Tasûayê de merasima şîn û tazîdariya seyid û salarê şehîdan Hz. Eba Ebdullah El-Husên (Silava Xudê lê be) li Husêniya Îmam Xumeynî (RE) bi amadebûna Rêberê Inqilaba Îslamî ya Îranê hat lidarxistin.

Li gorî navenda ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêbertiya Inqilabê, di vê merasimê de, Hucet ul-Îslam wel-Muslimîn Alî di axaftinekê de, ji bilî merîfeta hizrî û dilî, naskirin û hezkirina dost û hevalên Ehlê Beytê û bêzariya ji dijminên wan ji bo alîkariya bi dil û can a ola Xwedê teala pêwîst da zanîn û gotin: Îro mînaka neyartî û bêzariya ji dijminên Ehlê Beytê, rawestana li ber zalim û stemkarên cîhanê û rêgirtina li ber bandora çand û şêwaza jiyana wan di civaka Îslamî de ye.

Her wiha di vê merasimê de birêz Mehdî Resûlî mersiye û helbestên îndariyê xwendin.

Merasîma şîndariya rojên şehadeta Hezretî Eba Ebdullah El Huseyn (S) îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê ji şeva 7an heya 12ê meha Muherrem a sala 1444 Hicrî-Qemerî 6 şevan li Husêniyteya Îmam Xumeynî (RE) ya Tehranê tê lidarxistin. 

Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û hevalên wîhezretî yên dilsoz û emekdar di 10ê Muherremê ya sala 61ê hic-qemerî de li Kerbelayê şehîd bûn.

Serepeyv