Tebax 06, 2022 19:58 Asia/Tehran
  • Reîsî: Rawestana li ber cinayetên Rejîma Siyonîst bê şik dê hilweşandina vê rejîmê bileztir bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi şermezarkirina cinayeta vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst li êrişa ser Zîvala Gezeyê got: rawestana li hember cinayetên Rejîma Siyonîst bê guman dê binketin û hilweşandina vê rejîmê bileztir bike.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, Seyd Îbrahîm Reîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja şemiyê bi helkefta şehadeta Eba Ebdullah El-Husên (e.s) û hevrêyên wî hezretî sersaxî xwest û got: Rejîma Siyonîst. di tawana şeva borî ya li dijî Zîvala Xezayê de, careke din ketiye nava hal û hewaya dagîrkerî û destdirêjiyê û ev xisletên xwe yên hovane nîşanî cîhanê da, lê berxwedana gelê Xezayê dê hilweşîna vê rejîma zarokkuj bike lezê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê her wiha bal kişande ser komploya dubendî û kirêgirtiyên Amerîka û Rêjîma Siyonîst li Efxanistanê û got: Yên ku merasîma şîn û tazîdariya Îmam Husên (e.s) û rêhevalên wî hezretî li Efxanistanê bi xwînê werdan, heman Yezîdiyên dem û dewranê ne ku hewl didin misilmanan ji hev cuda bikin û di navbera wan de neyariyê çêbikin, vêca pêwîst e ku desteya desthilatdar a Efxanîstanê van cinayetkar û sûcdaran tespît bikin û ewlekariya hemû gelê Afganî misoger bikin.

Reîsî li dû amadebûna berfireh a xelkê di şîna Seyid û Salarê Şehîdan de, got: Gelê Îranê li gor taybetmendiyên oldarî û wilayetmedariya xwe, şîna Hezretê Husên (E.S) Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê bi mezinahî û girseyî li dar têxe.

Serepeyv