Tebax 05, 2022 18:43 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Taxima gotûbêjker a Îranê bala xwe daye ser sûdwergirtina Îranê ji Lihevkirina Navokî

Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Taxima gotûbêjker a Îranê bi awayekî cidî bala xwe daye sser sûdwergirtina aborî ya Îranê ji Lihevkirina Navokî.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê bi amadebûna li komîssiyona Xala 90î ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi raberkirina raporekê ji pêvajoya gotûbêjên Viyenê ji bo rakirina boykotan, got: Taxima gotûbêjker a Îranê sûdwergirtina aborî ya Îranê ji lihevkirinê, berçavgirtina hêlên sor û parastina şiyan û zanist û teknolojiya xwecihî ya aştiyane ya navokî bi awayekî cidî dişopîne.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Îranê bi beşdariya di vê komîsiyonê da, bersiva pirsên derbarê şêwaza cihanîna qanûna stratejîk a meclîsê û gotûbêja ji bo rakirina boykotan da.

Di vê civînê da, endamên Komîsiyona Xala 90î ya Meclîsa Şêwraya Îslamî, nêrînên xwe derbarê pêşnivîsa lihevkirina Viyenê şirove kirin.

 

Serepeyv