Çile 14, 2022 21:50 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Lihevkirina 25 salî ya Îran û Çînê ji îro va cih tê

Wezîrê karên derve yê Îranê di dawiya serdana xwe ya Çînê, got: Me di vê serdanê da li hev kir ku îro (înî) wek destpêka cihanîna lihevkirina giştalî ya hevkariyên stratejîk ên du welatan ragihînin.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di dawiya hevdîtinên xwe yên hûr û kûr di gel wezîrê derve yê Çînê da, got: Me di vê serdanê da li hev kir ku em destopêkirina cihanîna lihevkirina hevkariyên stratejîk û demdirêj a giştalî ya 25 salî ya du welatan ragihînin.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Ji mijarên din ên gotûbêj ev bû ku em ji bo cihanîna lihevkirina 25 salî û mijarên cûr bi cûr ên navçeyî û navneteweyî, hilgirê peyama nivîskî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê bo serokomarê Çînê bûn.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha bi gotina vê yekê ku di mijara gotûbêjên Viyenê ji bo rakirina boykotan da, me gotûbêjeke dirêj hebû, got: Nûnerê Çînê li Viyenê li kêleka nûnerê Rûsiyê, roleke erênî di piştgiriya ji mafên navokî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştgirî ji betalkirina boykotan da dişopîne.

 

Serepeyv