Çile 13, 2022 21:06 Asia/Tehran
  • Serdana Wezîrê Derve yê Îranê bo Çînê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji bo hevdîtin û şêwirîna bi rayedarên Çînê re çû Pekînê paytexta vî welatî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro Pêncşemê di serokatiya şandeke payebilind a siyasî de ji bo hevdîtina bi rayedarên Çînê re çûi Pekînê paytexta vî welatî.

Lêkolîna peywendiyên dualî di warên siyasî, aborî û çandî de û gotûbêjkirina mijarên navneteweyî û herêmî di rojeva vê seferê de ne.

Serepeyv