Çile 13, 2022 09:18 Asia/Tehran
  • Peywendiya telefonî ya wezîrên karên derve yên Îran û Qazaxistanê

Wezîrê karên derve yê Îranê û wezîrê karên derve yê Qezaxistanê li ser girîngtirîn mijarên dualî û navçeyî gotûbêj kirin.

Li gorî sayira gi]t' ya ragihandin û berdevkiya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê li gotûbêja telefonî bi Muxtar Tîloberdî wezîrê karên derve yê Qezaxistanê, li ser pêwîstiya berfirekirin û xurtkirina peywendiyên dualî û hevkariyên navçeyî û navneteweyî sekinî.

Emîr Ebdullahiyan her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka aloziyên vê dawiyê yên Qezaxistanê ve, bi hûrî pêşhatên vî welatî di]opandin û serweriya neteweyî ya Qezaxistanê, piştgirî û destêwerdanên derve li vî welatî ]ermezar kiriye.

Wezîrê karên derve yê Qezaxistanê bi pêşkêşkirina raporekê li bara pêşhatên vê dawiyê li welatê xwe, bal kişande ser dewama prensîbên siyaseta derve ya Qezaxistanê li hemberî Komara Islamî ya Îranê û got: Hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Îranê sembola piştevaniya Tehranê ji serweriya neteweyî ya Qezaxistanê ye. ."

Muxtar Tîloberdî dilxweşiya xwe derbarê helwêstên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser pêşhatên vê dawiyê li Qazaxistanê diyar kir û  bal kişand ser vê yekê ku serdana Qasim Toghayev serokomarê Qazaxistanê bo Îranê hêj di rojevê de ye û geşepêdana bazirganiya navbera her du welatan ji bo Nursultan girîng e.

Wezîrê karên derve yê Qezaxistanê her wiha bi amajekirina 30`emîn salvegera peywendiyên her du welatan û girîngiya wê ji bo her du aliyan, serokê Komara Islamî ya Îranê ji bo beşdarbûna li Lûtkeya Navdewletî ya Qezaxistanê ku di Cotmeha 2022`an de tê lidarxistin, vexwand vî welatî.

Serepeyv