Îlon 15, 2021 10:14 Asia/Tehran
  • Serokê Rêxistina Enêrjya Atomê ya Îranê serdana Hêzageha atomî ya Bûşêhrê kir

Serokê Rêxistina Enêrjya Atomê ya Îranê serdana hêzageha atomî ya Bûşhrê kir.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRAN Pressê, Muhemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enêrjya Atomê ya Îranê di vê serdanê da projeyên yekîneyên 2 û 3 yên hêzgeha atomî ya Bûşhrê dîtin û ji nêzik va derbarê çalakiyên pêkhatî û pêvajoya pêşketina projeyan agahî wergirtin.

Di dewama vê serdanê da, Alîkarê Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civînekê da ku bi beşdariya rêveberên Hêzageha atomî ya Bûşhrê û Kompaniya berhemanîn û pêşxistinê ya Rêxistina Enêrjiya Atomî hat lidarxistin da, beşdar bû û danûstandin derbarê dawîn kiryar û pêşketinên pêkhatî derbarê baştirkiirna çalakiyan li vê hêzgehê pêk hat û şiroveyên teknîkî derbarê pêvajoya lêkolîn û pêşxistinê û kiryarên dahatî hatin raberkirin.

 

Serepeyv