Hezîran 11, 2021 00:04 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Têkiliyên Îran û Rûsyayê pêş ketine

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, ji ber berfirebûn û pêşketina têkiliyên Tehran û Moskowê di warên cûrbicûr de pesnê hevkariya hikûmet û Serokomarê Rûsiyayê da.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, "Hesen Rûhanî" îro di merasima 71 hefteya desbikarkirin û vebûna projeyên neteweyî de got: Di navbera Îran û Rûsyayê de têkiliyên pir nêz hene û Piştî serkeftina Şoreşa Îslamî, hertim têkiliyên me yên baş bi Rûsyayê re hebûne, lê di van heşt salan de, têkilî di warên cûrbecûr de pir pêş ketine.

Rûhanî herwiha got: Spasiya dewleta Rûsya û serokomar Vladimir Putin dikim ji bo hemî hevkariya Moskova digel Tehranê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Di warê Sûriye de, di warê Komara Azerbaycan û Qafqasê de hevkariyên  sê alî yên girîng û baş navbera me û Rûsyayê hebûne û hene,û di warê Ewrasyayê de jî bi Rusya û welatên din ên endam re hevkariyên me yên pir girîng hene.

Rûhanî bi bîr xist: Di warê Deryaya Kaspiyanê û rejîma qanûnî ya vê deryayê, bi welatên dost re ji wan bi Rusya re me gavên pir girîng avêtine.

Rûhanî herwiha bal kişand ser çêkirina du antralên nukleerî yên bi hevkariya Rûsyayê re çêkirina wan despê kiriye got: Di warê pirsgirêkên leşkerî de, nemaze di warê parastinê de, ku piştî hatina pergala parastinê ya "S-300" ji Rûsyayê, têkiliyên di vî warî de ji berê pir berfirehtir bûn, bi Rûsyayê re di warê meselên leşkerî de hevkariyek me ya baş heye.

Serokê Komara Îranê di warê Rêkeftina Navokî de û vejiyandina wê jî got ku hevkariyên me bi Rûsyayê re wek du cînaran di vî warî de ser xêr û kara du alî ye.

Rûhanî tekez kir: Çêkirina santraleke mezin a bi kapasîteya 1400 MW ji bo herêma başûrê Îranê û perava Mekran girîngiyeke taybet heye.

Operasyona çêkirina santrala hevpar a 1400 MW ya hevbeşa Îran û Rûsyayê ku li bajarê Sîrîk a parêzgeha Hormizgan e, bi fermana Serokomarê Îranê dest pê kir.

Serepeyv