Hezîran 10, 2021 23:19 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 153 kesan bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 153 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 81 hezar û 672 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro pêncşemê 10 Hezîranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 12 hezar û 398 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin.

Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 3 hezar û 112 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 612 hezar û 91 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Vê wezaretê herwiha ragihand ku Heya nuha, li welêt 21 mîlyon 194 hezar û 370 testên teşxîsê yên "Covid-19" hatine kirin.

Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 4 milyon 289 hezar û 395  kesan doza yekem a vaksîna Corona û 742 hezar û 817 kesî jî doza duyemîn stendine, ango hejmara vaksînên ku li Îranê hatine lêxistin gihêştiye 5 milyon û 32 hezar û 212 dozî.

Serepeyv