Hezîran 10, 2021 12:39 Asia/Tehran
  • Berdewamiya şêwirîn û gotûbêja Xetîbzade bi rayedarên iraqî re

Berdevkê Wezareta Karên dervê yê komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina wezîrê Çandê ya Iraqê deli ser danûstandin û têkiliyên çandî navbera du welatan sekinî.

Li gor IRNAyê Berdevkê Wezareta Karên dervê yê komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade duh Çarşemê, bi Wezîrê Çandê yê Iraqê Huseyîn Nazim re civiya.

Di vê civînê de, wan pêşkeftina têkiliyên çandî di navbera Îran û Iraqê, çawaniya ji nû ve destpêkirina seferên ziyaretkiran û warên taybetî yên hevkariyên dualî di warê çand, huner û şaristaniyetê di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.

Di vê civînê de, Xetîbzade kapasîteya têkiliyên çandî di navbera her du welatan de jortir ji asta heyî nirxand û tekez kir ku pêdivî bi plansaziyek bi dîqet heye ji bo pêşdexistina têkiliyan, nemaze bi giranî li ser warên şaristanî, çandî û hunerî wekî hunerên dîtbarî, hunerên pêşandanê, helbest û muzîk û tûrîzm tekez kir.

Wezîrê Rewşenbîrî yê Iraqê Husên Nazim, gelek warên hevkariyê nirxand, amadebûna Bexda jibo destpêkirina seferên ziyaretî yên bi sînor di çerçova tenduristiya rêkeftî de ragihand û tekez kir ku gerek hevkariya me li ser pirsên çandî û hunerî yên ji berjewendiya hevbeş berfireh bikin.

Berdevkê Wezareta Karên dervê yê komara Îslamî ya Îranê duh çû Bexdayê da ku bi rayedarên iraqî re bicive û gotûbêjê bike.

Serepeyv