Hezîran 09, 2021 17:59 Asia/Tehran
  • Keştiya cengê ya Demawendê dê di Hefteya Berevaniya Pîroz da tevlî Komkeştiyên Hêza deryayî ya Artêşa Îranê bibe

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Em hewil didin ku Keştiya cengê ya Demawendê di Hefteya Berevaniya Pîroz da tevlî komkeştiyên Hêza deryayî ya artêşê bikin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Emîr edmîral Husên Xanzadî, Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Keştiya cengê ya Demawendê di rojên borî da jibo jêbirina kêşeyên teknîkî yên pêkhateya wê derbasî avên bakurê welêt bû.

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Nûvandina keştiya Demawendê bilez pêk tê û em hewil didin ku hekle pêkan be, vê keştiyê di  Hefteya Berevaniya Pîroz da li komkeştiyên heyî zêde bikin.

Keştiya Demawendê keştiyeke temam îranî û duyemîn keştiya cengê ji klasa Mewcê û cûreya pêşketî ya keştiya Cemaranê ye ku 18ê meha Isfenda 1393an tevlî komkeştiyên bakur ên Hêza deryayî ya artêşa Îranê bû.

Ev keştî roja Çarşemiyê, 20ê meha Dêya 1396an di halê derbasbûna bo Bendergeha Enzeliyê li parêzgeha Gîlanê li pêlşikêna rojhilatî ya vê bendergehê ket û tûşî bûyerê bû û di encamê da du kedkarên wê bi navê keştîvanê duyem Emîr Basire Tarimserî û Servanê keştîvan Bîjen Zari' di vê bûyerê da şehîd bûn.

 

 

Serepeyv