Hezîran 09, 2021 11:38 Asia/Tehran
  • Nameya Wezîrê karên derve yê Îranê bo Sekreterê giştî yê NY derbarê heqê endamtiya Îranê

Wezîrê karên derve yê Îranê nedana pişk û para endamtiya Komara Îslamî ya Îranê li NY ji ber rewşa derveyî kontrola endaman da zanîn.

Li gorî rapora Dayîreya giştî ya Ragihandinê ya Wezareta derve, Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf roja Çarşemiyê di nameyekê da bo Antoniyo Gotrêş Sekreterê giştî yê NY, boykotên giran û yekalî yên bankî yên Amerîkayê sedema nedana pişk û para Îranê bo NY da zanîn.

 

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand: Gelê Îranê di bin şerê aborî yê herî kêmdîtî (di rastiyê da terorîsma aborî) ji ber biryara Trump a derketina yekalî ya Amerîkayê ji Peymana Navokî ku bi awayekî bêşermane heta îro ji aliyê dewsgirê wî wek amûrê gotûbêjê hatiye domandin da ye.

Zerîf ragihand: Kiryarên neqanûnî yên Amerîkayê di şer û terorîsma aborî da ziyan gihandiye şiyana Îranê jibo veguhestina pişk û para xwe ya malî bo NY û hejmareke din a saziyên navneteweyî.

 

 

Serepeyv