May 04, 2021 23:05 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran bi hêz û qawet piştgirî dide gelê Filistînê

Arîkarê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ya Karûbarên Navneteweyî, diyar kir ku Siyonîst roja îro gihîştine xitimanînê û di dewamê de got: "Komara Îslamî ya Îranê bi serbilindî destnîşan dike ku ew bi hêz û qawet piştgiriyê dide mêhwera berxwedanê û gelê Fîlîstînê. "

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Press, "Husên Emîr-Ebdullahiyan" îro li Duyemîn Kongreya Navneteweyî ya Qudsa Şerîf bi rêzgirtina Roja Navneteweyî ya Qudsê wiha got: Roja Qudsa îsal di rewşekê de tê pîrozkirin û merasima wê lidarxistin ku Siyonîstan di van rojên dawî de li erdên dagirkirî derbên giran ên mîna birûskê lêketine; derbên ku beşek piçûk bûn ji hêrsa berxwedanê û bersiva berxwedanê ya li hember cisart, dagirkerî û kiryarên bêewlehî yên Siyonîstan li herêmê.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Asayîkirina têkiliyên bi çend hakimên welatên Erebî re ne nîşana hêza siyonîstan e; belku, ji ber qelsiya wan, ew dixwazin pozîsyona rejîma Siyonîst a bilez berbijêr aram û tesbît bikin.

Arîkarê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ya Karûbarên Navneteweyî got: Bê guman, asayîkirina têkiliyên di navbera hin welatên erebî û Rejîma Siyonîst de li ser hevkêşeya Filistînê tu bandoreke xwe tune; Ya ku bibandor e raya giştî ye, nêrîna ummeta Îslamî û berxwedana gel e ku bi hêz diherike û pêşve diçe.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Li her devera ku siyonîstan ling lê danîn, ji bilî bêewlehî û bê îstiqrariyê ti encameke din a wan tunebû.

Kongreya duyemîn a Navneteweyî ya Qudsa Pîroz bi şîara "El-Quds Eqreb" û bi axaftinên 30 kesayetên zanist û çandî yên ji Îran, Filistîn, Malezya, Hindistan, Efxanistan, Pakistan, Fransa, Arjantîn, Iraq, Tirkiye, Şîlî, UAE, Libnan, Sûriye, Brîtanya, Kanada û Tûnisê îro (Sêşem) bi awayê mecazî li Qomê (başûrê Tehran) dest pê kir.

Serepeyv