Nîsan 09, 2021 00:35 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrên derve yên Îran û Tirkmenistanê

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina bi wezîrê derve yê Tirkmenistanê re derbarê mijarên curbicur yên wek pêwendiyên du welatan û guhertin û geşedanên navçê û hevkariya du welatan gotûbêj kirin.

Li gor IRNAyê, Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf, îro pêncşemê di civînekê de li Eşqabadê bi Wezîrê Derve yê Turkmenistanê Reşîd Merdov re, têkiliyên her du welatan di warên cihêreng ên siyasî, aborî û çandî de pozetîv û bifeyde nirxand.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di vê hevdîtinê de, tekez kir ku gerek hevkariya di navbera Îran û Tirkmenistanê de di sektora jîngehê de, di nav de Deryaya Xezer û deverên din, xetên veguhastin û tranzît û nûjenî tekez kir.

Her weha Zerîf digel hevtayê xwe yê Turkman li ser hevkariya her du welatan di Rêxistina Hevkariya Îslamî de, hevkariyên zêdetir di warê ECO-yê de di dema serokatiya ,  Tirkmenistanê ser vê rêxistinê û xebitandina sivîl a Behra Xezerê gotûbêj kir.

Her weha wezîrê karên derve yê Tirkmenistanê tekezî li ser girîngiya pêwendiyên di navbera her du welatan kir, û destkeftên têkiliyên di navbera Têhran û Aşgabatê di warên cûrbicûr de bi bîr xist.

Zerîf herwiha îro di qunaxa dawîn a sefera xwe ya Asyaya Navîn de li Ashgabat bi Serokomarê Turkmenistanê Berdî Muhemedov re jî civiya.

Serepeyv