Nîsan 07, 2021 23:31 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Keştiya îranî li Behra Sor hindik zirar dîtiye

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade got: Di qezaya ku ji bo gemiya bazirganî ya Îranê çêbû, şukra Xwedê ti ziyaneke canî çênebû û lêpirsînên teknîkî li ser ka çawa û li ku derê qeza çêbûye didome.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade di bersiva pirsên nûçegihanan de di derbarê nûçeya êrîşa li ser keştiyek bazirganî ya Îranî li Deryaya Sor, diyar kir: Keştiya bazirganî ya Îranî ya bi navê Saviz roja Sêşemî, 6ê Nîsanê, li dora saet 6:00 bi dema herêmî, li Deryaya Sor nêzê perava Cîbûtî ji ber teqînekê ku derbarê ku jêder û hegera wê lêkolîn û lêpirsîn tên kirin, hinek zirar dît.

Xetîbzade tekez kir: Li gorî daxuyaniya fermî ya berê û hevahengiya bi Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî re wekî saziya referansê, keştiya sivîl Saviz li herêma Deryaya Sor û Kendava Aden bicîh bû ji bo ewlehiya deryayî ya wî da ku nekeve ber êrişa diz û cerdeyên deryayî.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got:  Ev keştiya bi pratîkî wekî stasyonek lojîstîkî (piştgiriya teknîkî û lojîstîk) ya Îranê di Deryaya Sor de tevdigeriya û ji ber vê yekê taybetmendî û mîsyona vê keştiyê berê bi fermî ji wê rêxistinê re hatibû ragihandin.

Xetîbzade herwiha got: Şukra Xwedê di vê bûyerê de ti xisareke canî pêk nehat û lêkolînên teknîkî li ser ka çawa ev bûyer qewmiye û koka wê çi ye têne kirin û welatê me dê di vî warî de bi rêka jêderên navneteweyî hemî tedbîrên hewce bistîne.

Serepeyv