Sibat 24, 2021 00:18 Asia/Tehran
  • Rebîyî: Divê Amerîka tavilê li ser Biryarnama 2231 tevbigere

Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku divê Amerîka destxweve biryarnama 2231 a Konseya Ewlehiyê ya NY bicîh bîne.

Li gor IRNA, Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê Elî Rebîyî îro sêşemê got: Vekişîna ji biryara 2231 mîrateya sereke ya serokomarê berê yê Amerîkayê Donald Trump e.

Rebîyî herwiha got: Ji aliyekê ve, em  serkeftina gelê Îranê ji ber bi dawîbûna serdema zexta herî zêde ser gelê Îranê dibînin û ji aliyê din ve rayedarên payebilind ên vê demê yên Amerîkayê îtîraf dikin ku siyasetên Trump bêencam bûn û têk çûn.

Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku tu zext nikare netewê Îranê neçar bike ku xwe bitewînin.

Rebîyî bal kişande ser tecrîda Amerîkayê li NY ji ber boykotên lêi dijî Îranê û got: Roja îro, di van salên dawî de ji her demê bêtir, em nezîkî armanca paşvexistina dorpêçan û pûçkirina şerê aborî bûne.

Li gor gotina Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê, ger endamên din ên Rêkeftina Navokî vegerin ser biryarnama 2231, em jî amade ne gişt soz û qirarên xwe cih bînin. 

Serepeyv