Sibat 23, 2021 23:51 Asia/Tehran
  • Zerîf: Qanûna Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ji bo sekinandina Protokola Zêdekirî hate cihanîn

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Qanûna Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ji bo sekinandina Protokola Zêdekirî hate cihanîn .

Li gor IRNA, Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro sêşemê derbarê pêkanîna biryara Meclisa Şêwra Îslamî ya derbarê rawestandina cihanîna protokola pêvek got: Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) bi fermî hate haydar kirin ku qanûna Meclisa Şêwra Îslamî dê ji sibeha 23ê Sibatê (îro) were cîbicîkirin.

Zerîf dû re wiha got: "Ji ber vê yekê vê sibê cîbicîkirina vê qanûnê dest pê kir."

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê sefera Rafael Grossi, rêvebirê giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî, ji Tehranê re got: Me di vî warî de rêkeftinek pêk anî û prensîpa vê rêkeftinê ev e ku kasetên ku ji bernama navokî ya Îranê hatine tomar kirin ji nuha û pê ve werin ragirtin û ji Ajansê re neyên pêşkêşkirin; helbet, bicihanîna Peymana Çavdêrî û Ewlehiyê berdewam dike.

Zerîf tekez kir: "Paymana Ewlehî û Çavdêriyê li gor soz û peymana Îranê ye û pêşnumaya meclisê ya vê dawîyê rê nade ku hikûmet ji vê peymanê zêdetir hevkariyê bike

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku Ewropiyan, berevajî ya ku ew îdîa dikin, berpirsiyariyên xwe yên di çarçova Rêkeftina Navokî de bicîh neanîne û got: "Ewropiyan Rêkeftina Nvokî îmze kirin, lê hemî kompaniyên Ewropî ji Îranê derketin û hukûmetên Ewropî piştgirî nedan tu kompaniyekeên Ewropî û soz û qirarên xwe binpê kirin."  

Zerîf derbarê pêşniyara aliyên Ewropî ji bo beşdariya Amerîkayê wekî mêvan di civînek hevbeş û pêdaçûna Rêkeftina Navokî de got: "Em ê bi Amerîkayê re civînek fermî nekin ji ber ku Amerîka ne endamê Rêkeftina Navokî ye. "

Serepeyv